ÎHD: Li Pasûrê vîna gel hatiye desteserkirin 2019-09-19 12:40:48   AMED - ÎHD'ê diyar kir li Pasûrê HDP bi rengekî bêbingeh kirine hedef û piştre mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê hatiye desteserkirin.   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê têkildarî desteserkirina şaredariya Pasûrê ya Amedê daxuyaniyek nivîskî da. ÎHD'ê diyar kir piştî teqîna li navçeyê hin organên çapemeniyê bi manşêta ''HDP'ê kir'' rêveberên HDP'ê û rayedarên şaredariya Pasûrê kirine hedef û Hevşaredarên Pasûrê Fatma Ay û Mehmet Fatîh Taş û gelek rêveber û xebatên şaredariyê bêyî tu delîlelên berbiçav hatine girtin û piştre jî di 17'ê îlonê  de qeyûm tayînî ser şaredariyê kirine.   'MAFÊ HILBIJARTIN Û HILBIJÊRBÛNÊ HATIYE BINPÊKIRIN'   ÎHD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku tu sûcdariyên têkilî teqînê li ser hevşaredaran nahetiye kirin û diyar kir gavên qeyûm ên bêyî bingehên yasayî, mafê hilbijartin û hilbijêrbûnê desteser dikin nayê qebûlkirin. ÎHD'ê wiha got: ''Demildest divê dawî li van kirinan were, hevşaredar û rêveber divê werin ser peywira xwe. ''