Tundiya li girtîgeha jê tehliye bû vegot: Hucre, lêgerîna tazî û derb... 2019-09-19 11:22:57 RIHA - Ahmet Balî ku ji Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê hat berdan, angaşt kir ku bi girtîgehê pêkanînên mîna dernexistina revîrê, jimartina li ser piya, cezayê hucreyê, derbkirina bi ço, cezayê hevdîtinê 12'ê Îlonê bi wan dane jiyandin.    Hat angaştkirin ku rêveberiya Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyeyê ku bi binpêkirinên mafan ji rojevê nakeve, pêkanînên mîna qedexeya sohbetê, dernexistina revîrê, jimartina li ser piya, cezayê hucreyê, derbkirina bi ço û qedexeyên 3 mehan ên hevdîtinê pêk tîne. Dîsa angaştên bi vî rengî "10 kesan dikin kogûşên 3 kesî, girtiyên nexweş nayên dermankirin, gardiyan bi hinceta ku pêkanînan qebûl nakin girtiyan dikin odeyan û bi çoyan li wan didin" jî hene. Ahmet Balî ku ji girtîgehê hat berdan, têkildarî pêkanînan diyar kir ku tiştên li girtîgehê pêk tên, dişibin pêkanînên salên 1980'ê û wiha got: "Pekanînên ku piştî Darbeya 1980'ê li girtîgehan pêk dianîn niha dixwazin li vir jî pêk bînin."   Balî di sala 2015'an de dema li navçeya Pirsûsê ya Rihayê esnafiyê dikir, bi hinceta "endamtiya rêxistinê" û "porpagandaya rêxistinê" hat girtin û 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Balî piştî ku 4 salan girtî ma tehliye bû.