Qeyûm staja mecbûrî ya 141 xwendekarên lîseyê betal kir 2019-09-19 10:28:52 AMED - Qeyûmê Amedê serlêdana staja mecbûrî ya 141 xwendekarên lîseyê ku hatibû erêkirin, bin hinceta "butçeya kêm" betal kir.    Qeyûmê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ku di roja duyemîna a tayînkirina xwe de 29 karmendan ji kar dûr xist û 8 karker û 2 şêwirmendan ji kar derxist, niha jî xwendekarên stajyer kir hedef. Xwendekarên pola dawîn ên lîseyên pîşesaziyê, beriya ku Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli ji peywirê bê girtin û qeyûm tayînî şûna wî bê kirin, ji bo staja xwe ya mecbûrî bikin serî li şaredariyê dabûn. Li ser serlêdanan biryar hat dayîn ku 96 xwendekar li şaredariyê û 45 xwendekar jî li Miduriyeta Giştî ya Qenalîzasyon û Avê ya Amedê (DÎSKÎ) Staja xwe bibînin.    STAJA WAN HAT BETALKIRIN   Xwendekarên ku amadekariyên destpêkirina staja xwe dikirin, gote gotên ku staja wan hatiye rawestandin, girtin. Li ser van gote gotan beriya ku serdema perwerdeyê dest pê bike xwendekar bi dêbavên xwe re çûn şaredariyê û rayedarên şaredariyê ji wan ragihandin ku staj hatine rawestandin. Piştî vê ragihandinê bi çend rojan şaredariyê bi hinceta "butçeya kêm" staja 141 xwendekaran betal kir.    'EM Ê POLÊ DERBAS NEKIN'   Xwendekara Lîseya Anadolûyê ya Teknîk û Pîşesazî ya Şehîtlîkê Arjîn Demîrbaş têkildarî mijarê axivî û diyar ku serlêdana wan li gel beriya tayînkirina qeyûm hatiye qebûlkirin jî piştî tayînkirina qeyûm bin hinceta "butçeya kêm" hatiye betalkirin û wiha got: "Heke em stajê nekin dê ji polê derbas nebin û keda me ya salekê dê biçe ser sergo."      MA / Fethi Balaman