Ji bo bi deh hezaran girtî û hikumxwaran biryareke emsal! 2019-09-19 09:30:31 AMED - DMME'yê, ji bo girtî hikumxwarin ku neqlî deverên dûrî îqametgehên wan tên kirin got, binpêkirina mafa ye û Tirkiyeyê mehkûm kir. Parêzer Sîdar Avşar, bi lêv kir ku di serî de Selahattîn Demîrtaş û parlementer û şaredarên girtî yên din wê bandor ji vê biryarê bigirin.  Du malbatan ji bo xizmên xwe yên girtî ku neqlî girtîgehên dûr îqametgeha wan hatine kirin serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dabûn. DMME'yê biryara xwe aşkere kir û ji bo tazmînatê Tirkiyeyê mehkûm kir. DMME'yê, di biyara xwe de destnîşan kir ku ya hatiye kirin binpêirina mafan. Wê Tirkiye 6 hezar euro tazmînatê bide.    Abdulkerîm Avşar û Abdulkerîm tekîn, bêyî daxwaza xwe neqlî Girtîgeha Kirikkaleyê hatin kirin. Parêzerê Avşar, Sîdar Avşar û parêzerê Tekîn di sala 2008'an de serî li Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan dabûn û ji bo tenduristiyê û mesafeya dûr, xwestibûn muwekîlên wan ji 3 bajarên nêzî îqametgeha wan in neqlî yekê bên kirin.    MIDÛRIYETÊ BERSIV NEDA    Piştî midûriyeta girtşgehan bersiv neda, parêzeran serî li DMME'yê da. DMME'yê jî di biryara xwe de destnîşan kir ku Tirkiye du madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) bin pê kiriye. Ji bo vê DMME'yê Tirkiyeyê mehkûm kir. Wê Tirkiye 6 milyon euro tazmînat bide.    'WÊ BANDORÊ LI DEMÎRTAŞ JÎ BIKE'    Parêzer Sîdar Avşar, got: "Piştî vê biryarê hemû girtî û hikumxwar ji bo sewqî girtîgehên nêzî malbatên xwe bên kirin dikarin serlêdanê pêk bînin." Avşar, diyar kir ku Demîrtaş di girtîgeheke ku hera û 500 kîlometre dûrî îqametgeha xwe de ye û got, ev biryar wê tesîrê li Demîrtaş û parlementer û hevaşredarên girtî jî bike. Her wiha Avşar, bilêv kir ku ev biryar ji bo hemû girtî û hikumxwarin di vê rewşê de ne biryareke emsal e.