Ji ber çûn hevdîtinê û pere ji girtiyan re şandin bi 'endamtiya rêxistinê' hatin tawanbarkirin! 2019-09-19 09:29:14 ANTALYA - Derbarê Hevseroka HDP'a Alanyayê Safiye Dalgiç û du rêveberên partiyê, bi îdiaya "pêwendiya girtiyan bi derve re çê dikin" doz hat vekirin. Di dozê de Dalgiç û her du rêvebir bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin tawanbarkirin.  Li navçeya Alanya ya Antalyayê, di 8'ê Tîrmehê de Hevseroka HDP'a Alanyayê Safiye Dalgiç û rêvebirin partiyê Abdulkerîm Aktaş û rêvebira DBP'a Alanyayê Tefra Akçin hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn girtin. Îdianameya derbarê her sê kesan de hat amadekirin. Di îdianameyê de Dalgiç, Aktaş û Akçin bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin tawanbarkirin. Îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Alanyayê ve hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Antalyayê ve hat qebûlkirin.    'WÊNEYÊN DEMÎRTAŞ Û KIŞANAKÊ SÛC HESIBANDIN'    Di îdianameyê de, hatiye gotin ku Dalgiç û rêvebir Aktaş û Akçin, li Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê diçin serdana girtiyan, pereyan ji girtiyan re dişînin û bi vî awayî "di navbera derve û hundir de pêwendiyê datînin". Meqama îdiayê bi vî awayî her sê kes bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" tawanbar kir. Her wiha di dema avêtina ser mala Dalgiê de wêneyên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yên berê Gultana Kişanak û Selahattîn Demîrtaş hatine desteserkirin û di îdianameyê de wêneyên Demîrtaş û Kişanakê sûc hatine hesibandin. Ligel vê nameyên ji girtîgehê hatine jî wekî delîl hatiye qebûlkirin.   Daniîna ewil a dozê wê di 2'yê Cotmeha 2019'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Antalyayê pêk bê.    MA / Hamdullah Kesen