Qada hêşîn a Sêrtê li bendî bersiva Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye 2019-09-19 09:16:13   SÊRT - Li Sêrtê Kizlar Tepesî, ji ber Şîrketa Anonîm a Dar û Peyzajê ya ŞBMÎ'yê pereyê fîrmayê nedane, berpêşî xizmeta gel nayê kirin.    Li Sêrtê, Kizlar Tepesî, di dema qeyûm de ji bo peyzajê berpêşî îhaleyê hatibû kirin. Di 15'ê Hezîrana 2017'an de di çarçoveya sererastkirina kolanan û derdorê de hîbeyî Şîrketa Anonîm a Dar û peyzajê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ŞBMÎ) hatibû kirin. Ji bo bê çêkirin, bi beramberiya 11 milyon û 630 hezar û 796 lîreyî dabûn Şîrketa Anonîm a Pîşesazî û Bazirganiya dervey ya Înşeat Dekorasyonê ya Aksiyonê.    Li Kizlar Tepesiyêî hema bêje piraniya kar hatiye kirin, lê belê hat diyarkirin ku ji ber heqê fîrmayê nehatiye dayîn, fîrma tepe radestî fîrmayê nekiriye. Xebatên li sê deriyên tepe hîn temam nebûne. Her wiha nayê zanîn wê qada hêşînayî ya tepe kengî berpêşî xizmeta gel bê kirin.    ESNAF MEXDÛR BÛNE   Hevşaredarê Sêrtê Dara Tûrhan, bilêv kir ku ji ber ŞBMÎ'yê heqê fîrmayê nedaye park nehatiye teslîmkirin û got: "Ev tepe di dîroka Sêrtê de qada herî hêşîn e û ev qad di sala 1999'an de di dema şaredariya HADEP'ê de berpêşî xizmeta Sêrtê hatibû kirin. Berê di nav çopê de bû. Piştî qeyûm hat di bin navê 'revîzekirinê' de qada hêşîn hat texrîbkirin û gelek esnaf jî mexdûr bûn."    Tûrhan, bilêv kir ku piştî em hatin ser kar gelê Sêrtê ji me xwest ku ev tepeyê navbirî bikeve xizmeta gel û got: "Eger Şîrketa Dar û Peyzajê ya ŞBMÎ'yê pereyê fîrmayê bide wê ev qad ji bo xizmetê bê vekirin. Em pêwendiyê bi ŞBMÎ'yê re datînin. Em hêvî dikin ku wê pirsgirêk di demeke nêz de hel bibe."    NIVÎS HAT ŞANDIN    Rayedarên fîrmaya taşeron jî diyar kirin ku wan nivîs ji şîrketa navborî re şandiye û piştî heqê wan bê dayîn wê park radestî Şaredariya Sêrtê bê kirin.  Têkildarî mijarê em li Şîrketa Anonîm a Dar û Peyzajê geriyan, lê belê rayedarên şîrketê bilêv kirin ku ew nikarin tiştekî bibêjin.    MA / Metin Yoksu