Hevberdevkê HDK'ê Şenoglû: Wê lîstika li Pasûrê bi ser nekeve 2019-09-19 09:14:42 STENBOL - Hevberdevkê HDK'ê Sedat şenoglû, anî ziman ku wê polîtîkayên qeyûman dîsa bi ser nekevin û got: "Di ser HDP'ê re lîstikên qirêj tên leyîstin. Lîstika li Pasûrê, mînakeke berbiçav e. Wê ev lîstik bi ser nekeve."  Wezareta Karên Navxweyî, di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî şaredariya bajarê mezin a Amed, Wan û Mêrdînê kiribû. Piştî vê di 12'ê Îlonê de li navçeya Pasûr a Amedê teqînek pêk hat û piştî vê teqînê hevşaredarên Pasûrê hatin girtin. Piştî hevşaredar hatin girtin qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin. Duh jî piştî Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû, hat girtin qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê hat kirin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat şenoglû, polîtîkayên qeyûman nirxand.    ‘LÎSTIKEKE QIRÊJ'    Îktîdarê ji bo teqîna li Pasûrê, îşaret bi HDP'ê kiribû. Şenoglû, bilêv kir ku ev "lîstikeke qirêj" e û got, ji bo tayînkirina qeyûman rewa bikin teqîna li Pasûrê ji xwe re kirine alav û amûr û xwest teqîna li Pasûrê bi awayekî berfireh bê lêkolînkirin. Şenoglû, got: "Ji her derdorê li dijî tayînkirina qeyûman ên li Amed, Wan û Mêrdînê bertek tên nîşandan. Lê belê niha jî bi van îdiayên bêbinî dixwazin qeyûma rewa bikin. Lîstika li Pasûrê, mînakeke berbiçav e. Her wiha ya Qereyaziyê jî heman tişt e."    ‘BI SER NAKEVE'    Şenoglû, bilêv kir ku bi tayînkirina qeyûmên dawî dewlet stratejiyeke din pêk tîne û bi girtinên bêhiqûqî dixwaze HDP'ê ji taqet bixîne, lê belê wê ev polîtîkayên îktîdarê bi ser nekevin.    Şenoglû, destnîşan kir ku di ser HDP'ê re lîstikên qirêj tên leyîstin, lê belê wê ev lîstik bi ser nekevin û îşaret bi berxwedanên li dijî qeyûman ên li Wan, Amed û Mêrdînê kir. şenoglû, got: "Wê berxwedana li dijî qeyûm komployan bidome. Berxwedana li Amed, Wan û Mêrdînê delîla vê yekê ye. Wê îktîdar di bin vê polîtîkaya xwe ya şerî de bimîne."    MA / Naci Kaya