Hevserokê ESP'ê: AKP ji bo li ser piya bimîne êrîşan zêde dike 2019-09-19 09:12:33 STENBOL – Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, bi lêv kir ku demeke dûr û dirêj e AKP di nav krîzê de ye û ji bo ser vê bigire êrîşî derdorên li hemberî xwe dike. Tumuklu, got: "Îktîdara faşîst a AKP-MHP'ê ji bo li ser piya bimîne êrîşan zêde dike."    Êrîşên li ser Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) jî zêde dibin. Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu, di mehekê de 5 caran hat binçavkirin. Tumuklu, anî ziman ku êrîşên li ser ESP'ê ne şxesî ne, ev bi atmosfera siyasî ve girê dayîye.    KRÎZE NEBIRÊVEBIRINÊ    Tuuklu, bilêv kir ku demeke dûr û dirêj e îktîdara AKP-MHP'ê nikare welat bi rê ve bibe û got, zext ûz oriyên pêk tên jî bi vê atmosfera siyasî ve girê dayîne. Tumuklu, anî ziman ku êdî AKP, nikare kesên di bin banê xwe de jî bi rê ve bibe û got: "Herî dawî ev yek di munaqeşeya derbarê ALî Babacan û Davûtoglû de derket holê. Ji bo ji derheqê vê yekê derkeve êrîşî kesên li hemberî xwe dike. Êrîşî kesên dixwazin prisgirêka kurd bê çareserkirin û dînamîkên demokrasiyê dike. A rast vê yekê ji mecbûrî dike. Yanî ev ji bo wan ne tercîhek e. Sirf ji bo bijî û li ser piya bimîne êrîşan zêde dike. Îjar tiştên niha diqewiminî ev pêvajoya, ev krîza nebirêvebirinê bi xwe ye."    ‘DÎWARÊN TIRSÊ HATIN RÛXANDIN'    Tumuklu, anî ziman ku hebûna têkoşîna li dijî faşîzmê ye û got: "Ji van mijarên sereke yek jê jî bi awayekîa dil, demokratîk û aştiyane çareserkirina pirsgirêka kurd e. Em partyeke ku ji bo vê têdikoşin. Helbet ji ber vê em hedef tên girtin. Em dibînin ku êdî ew dîwarên tirsê hatine şikandin. Partiya me ji bo vê tev digere û hewl dide bibe pêşengê vê yekê. Nexwe kesên dewletê bi rê ve dibin vê yekê dibînin û loma êrîş dikin."    ‘NE REWŞEKE ŞEXSÎ YE'    Tumuklu, anî ziman ku di dema binçavkirinê de gelek hincet hatine nîşandan û got, tenê ne ew di nav mehekê de gelek endamên wan hatine binçavkirin. Tumuklu, got: "Hinceta binçavkirina me cighirtina li cem pirsgirêka kurd e. Di nav vê yekê de çi heye. Rawestandina faşîzmê heye. Îktîdara faşîst êrîşî çi dike? Em van tiştan tên tawanbarkirin. Çimkî, serdest wiha dibînin; ên bersiva vê pêvajoyê bidin wê pêşeng bin. Nexwe di vir de kîd erdikeve pêş? Li hêlekê tevgera azadiya ya kurd û li hêlekê jî tevgera sosyalîst û demokrasîxwaz. Di tevgera sosyalîste jî ESP û kadroyên wêd erdiekevin pêş. Li vira rewşeke şexsî tune ye. N ez bim wê hinekî din bin. Loma em vê yekê wekî rewşeke şexsî nanirxînin."    ‘DIVÊ HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BÊN CEM HEVDU'    Tumuklu, bang li azadîxwazan kir û got, kesên doza demokrasiyê dikin divê hemû bên cem hevdu û got: "Em kesên sosyalîst, demokrasîxwaz divê li hemberî êrîşan biçin avahiyên HDP'ê û piştgiriyê bidin HDP'ê." Tumuklu, destnîşan kir ku ew xwedî li nirxên HDP'ê yên 7'ê Hezîranêd erdiekevin û got: "Em wekhevî, azadî û aştiya li wir dixwazin. Em dibêjin, em dikarin çarenûsa vê erdnîgariyê biguherînin. Ji bo vê jî divê em xwedî li HDP'ê, li kurda, aştî û azadiyê derkevin."    MA / Ferhat Çelik