Zarokên gundan arasteyî weqfan dikin 2019-09-19 09:09:34 WAN - Serokê Şaxa Egîtîm Senê Bedrî Yamaç, diyar kir ku ji ber pergala derbasbûna lîseyê li Wanê 600 xwendekar bê qeyd mane û wiha got: "Xwendekarên ji gundan wan arasteyî vakifan dikin.  Serdema perwerdehî û hîndekariya sala 2019 -2020'an di 9'ê Îlonê de dest pê kir. Bi destpêka perwerdehiyê re pirsgirêk jî derketin holê. Ji ber ku dibistanên taybet zêde bûne, êdî pergala perwerdehiyê vegeriya ye qada bazirganiyê. Hem şert û mercên dibistanan xerab e û hem jî qalîteya perwerdehiyê daketiye. Ev pirsgirêkên peralî û fîzîkî herî zêde xwe li bajarên herêmê xuya dikin. Li Wanê ji ber pergala nû 600 xwendekar bê qeyd man. Li Wanê 600 xwendekar, ji ber lîsteya ku dixwestin nehatin qeydkirin, qeyda xwe çênekirin. Her çend li Wanê 12 hezar mamoste hebin jî pêdivî bi 18 hezar mamoste heye. Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê Bedrî Yamaç, bal kişand ser pergala perwerdehiyê û pirsgirêkên heyî. Yamaç, diyar kir ku ji ber polîtikayên li Tirkiye her ku diçe kalîteya perwerdehiyê dadikeve û wiha got: "Di serî de ji ber ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî tune pirsgirêkan bi xwe re tîne. Dîsa perwerde kirine qada bazirganiyê. Zarokan arasteyî dibistanên taybet dikin. Şert û mercên dibistanên heyî pir xerab in. Bi taybetî kadroyên hîndekar ên li dibistanan bi cih dibin alîgirên îktîdarê ne. Yên ne nêzî AKP'ê bin, di ezmûna KPSS'ê de zêde puanan bistîne jî nikare di lêpirsîna ewlehiyê re derbas bibe û vala dimînin. Xwendekar li polan li ser serê hev rûdinên. Li Lîseya Anadolu dahnê sibê û dahnê nîvro heye. Li hin gundan ji xeynî dibistana sereteyî dibistanên din tune ne. Dewlet li şûna dibistanan ava bike, bi maşîneyan xwendekaran dibe dibistanên navenda bajar. Wan arasteyî vakif û cemaetan dikin."    'XWENDEKARAN ARASTEYÎ ÎMAM HATÎPAN DIKIN'    Yamaş, destnîşan kir ku ji ber pergala perwerdehiya lîseyan hatiye guhertin, 600 xwendekaran nekarîbûn qeyda xwe li lîseyên ku ew dixwazin çêkin û wiha got: "600 xwendekaran nekarîbûn li dibistanên wan dixwest qeyda xwe çêkin. Ji ber vê yekê qeyda xwe çênikirin. Bi taybetî xwendekaran arasteyî Lîseyên Îmam Hatipê dikin. Lê niha 900 kontenjan vala ye. Kesî Îmam Hatîp terçîh nekiriye. Niha pêdiviya Wanê bi 18 hezar mamoste heye. Lê niha 12 hezar mamoste heye. Pêdivî bi 6 hezar mamoste heye. Dîsa ez rastî weliyekî xwendekarê pola 5'an hatim. Got 'Ji bo qeyda dibistanê 500 TL ji min xwestiye.' Tu mafekî wisa tune ye."     'NEBÛNA PERWERDEHIYA ZIMANÊ ZIKMAKÎ KOMKUJÎ YE'     Yamaç, herî dawî destnîşan kir ku li herêmê pirsgirêka herî sereke nebûna perwerdehiya bi zimanê zikmakî ye û wiha bi dawî kir: "Nebûna perwerdehiya zimanê zikmakî komkujî ye. Ev di qada perwerdehiyê de newekheviya firsendê ye. Divê xwendekarek heta 7 salî bi zimanê zikmakî perwerde bibe. Ger ku zarokek bi zimanê zikmakî perwerde nebe ev komkujîya ziman e. Em ê ji bo vê yekê têkoşîna xwe berdewam bikin. Em wekî Egîtîm Senê dê di perwerdehiya demokratik, laik û zimanê zikmakî de israr bikin."    MA / Ayşe Surme