ROJEVA 29'Ê MIJDARA 2017'AN 2017-11-29 09:00:15   * Nivîskara Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî Îlham Ehmed, bal kişand ser hewldanên Tirkiye yên li dijî Efrînê û diyar kir ku li pişt hewldanên Tirkiye hêzên navneteweyî hene. Ehmed, destnîşan kir ku dagirkirina Tirkiye piştî demekê dê bibe serhildana gelên Idlibê û xwest hemû gelên li herêmê bi hevre bibin yek. Ehmed, anî ziman ku yekîtiya gelên Efrîn û Îdbilê yekîtiya pêşeroja Sûriye ye.    * Cenazeyê Ridvan Demîragaç ê HPG’î ku li Tatwanê jiyana xwe ji dest da û gorîstana bêkesan hat defin kirin, ligel ku encamên DNA’yê diyar bûn jî, 7 mehin nadin malbatê. Dayîk Demîragaç, got ku ew hestiyên kurê xwe dixwaze.    * Parêzer Omer Guneş di navbera salên 2005 û 2011'an de bi giştî 81 caran bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Guneş aşkera kir ku Ocalan kesayetek çalak û pêşdîtinên xwe xurt bû û ev tişt got: "Dema diaxivî, digot, muqayese dikir û analîz dikirin, hem bi berfirehî, hem piralî û hem jî çalak bû."   * Hozan Kazo yê ji Îdirê diyar kir ku êşên ku gelê kurd dîtiye bi vegotina klaman tîne ziman û got: “Ez hemû êş û zextên li ser me diqewimin bi awazên xwe tînim ziman. Heke ez klaman nebêjim ez ê di nav êşên xwe de bifetisim.”    * Keşîşxaneya St. Sîmon û Ziyaretgeha Al Arabî ku  yek ji navendên baweriya Elewiyên Erebane, dibina gefa RES’ên li 5 taxên Hatayê tên çêkirin dene.     *  Aborîzan Mûstafa Sonmez, anî ziman ku Bankeya Navendî li hemberî zêdebûna Dolar û Eûro faîza zimnî zêde dike û bi vî awayî hewl dide hevsengiyekê çê bike, lê belê li gel vê yekê jî aborî sinyalên nebaş dide. Sonmez diyar kir ku ji ber vê dibe ku sala 2018’an bibe “saleke nexweş” û wiha got: “Sererastkirina vê yekê bi peydakirina aştiya navxweyî pêkan e.”    *Piştî 7 mehan şûnde îdianameya der barê hevserokên HDP û DBP’ê yên Wan û navçeyên wê hat amadekirin. Di îdianameyê de civîna ku Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Sevînç Şeker bi endamên partiyê re çê kir sûc hat hesibandin.    *Hikûmetê daxuyandibû ku “wê heta sala 2040’î di warê avê de tu pirsgirêk xwe nedin der”. Ekolojîst Erol Çirak got ku ev daxuyanî ji sêwirînê pêvtir ne tu tişt e. Çirak, anî ziman ku li Tirkiyeyê av heye, lê belê ji ber qirêjiya ku texrîbata ekolojîk dide der ava vexwarinê tune ye.   *Serokê Şaxa ÇHD’ê ya Îzmîrê ku bi KHK’ê hat girtin Serdar Gultekîn binçavkirin û girtina parêzeran û bi taybetî jî astengkirina parêzeriya parêzerên ku li dosyeyên siyasî dinerin nirxand. Gultekîn got ku li edliyeyan û saziyên din ên dewletê kar bi awayekî derqanûnî tên birêvebirin.    *Dozgerê ku ji bo wêneyê aîdî merasîma cenazeyê Tahir Elçi gotibû “Wêneyekî aîdî cenazeyê pêgirê rêxistina terorî”, li ser daxwaza dadgehê gotinên xwe îzah kir. Dozger diyar kir ku ew îfade “di encama şaşiyeke madî bi şaşî hatine nivîsandin” û xwest dadgeh vê yekê esas negire.    * Baroya Amedê dê li salona konferansê ya DESOB'ê panela bi navê "Tahîr Elçî û Cînayetên kujer nediyar" pêk bîne. (13.30)   * Çalakiya kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin" dê li Kolana Yukselê di roja 386'an de berdewam bike. (13:30-18:00)