Zilamê ji ber tecawiz, derbkirin û îstismarkirina zayendî dihat darizandin nehat girtin! 2019-09-18 22:13:48   MANÎSA - Davût Kahraman ku ji ber sûcê derbkirin, tecawiz û îstismarkirina zarok û 3 jina dihat darizandin, 8 sal û 3 meh ceza lê hat birîn. Lê belê dadgehê bersûc negirt.    Li Taxa Ergenekon a navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê, di 7'ê Kanûna 2016'an de dema Ebrû Tîrelî ya ducanî ji bo werzîşê çû Parka Osman Gazîyê, kesê bi navê Davût Kahraman ew derb kiribû. Li ser vê doz hatibû vekirin. Danişîna 4'an a dozê li Dadgeha Cezayê asliye ya 4'an a Tûrgûtlûyê pêk hat. Bersûc Kahraman tev li danişînê nebû, lê belê parêzerên wî tev li danişînê bûn.    Heyeta dadgehê ji ber Kahraman, Neslîhan Ç. îstismar kiriye 3 sal, ji ber hearetê 7 meh, ji ber zaroka 14 salî Y.Ş.A. îstismar kiriye 4 sal ceza birî. Her wiha ji ber Kahraman heqaret li Tîreliyê kiriye jî dadgehê 7 meh û ji ber derbkirinê jî 9 meh ceza li Kahraman birî. Heyeta dadgehê ji bo sê sûcan bi giştî 8 sal û 11 meh ceza li Kahraman birî, lê belê ew negirt.