Li Somayê karkerek jiyana xwe ji dest da 2019-09-18 22:04:36   MANÎSA - Li navçeya Somayê, di dema xebatên qewîkirinê yên li Ocaxa Madenê ya Eynezê, devereke ocaxê hilweşiya û karkerê bi navê Mûstafa Şen jiyana xwe ji dest da.    Li navçeya Soma ya Manîsayê, li Ocaxa Madenê ya Eynezê hezan pêk hat. Di dema hezanê de karkerê bi navê Mûstafa Şen (35) birîndar bû Şen, rakirin nexweşxaneyê lê belê tevî hemû mudaxileyan jî Şen jiyana xwe ji dest da.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.