Rojnamevanê astengdar Dûran hat berdan 2019-09-18 19:07:06   MÊRDÎN – Rojnamevanê astengdar Metîn Dûran ku 93 ji sedî astengdar e û piştî salek di ser taloqkirina cezayê wî re derbas bûbû, dîsa hatibû girtin. Lê belê piştî Saziya Tiba Edlî (ATK) daxwaza ji bo taloqkirina cezayê Dûran qebûl kir, Dûran hat berdan.     Rojnamevan Metîn Dûran ku ji ber nexweşiya xwe par ji Girtîgeha Sîncanê hatibû berdan, lê belê piştî salek di ser rapora ATK'Ê re derbas bûbû di 10'ê Îlonê de dîsa hatibû girtin. Lê belê ATK, xwest ji bo saleke din jî cezayê wî bê taloqkirin. Piştî daxwaza ATK'ê hat qebûlkirin Dûran hat berdan.