Piştî 43 rojan cenazeyê wî dan malbatê 2019-09-18 18:56:41   AMED - Cenazeyê endamê HPG'ê Mîkdat Orde (Harûn Delal) ku di 6'ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 43 rojan radestî malbata wî hat kirin.    Endamê HPG'ê Mîkdat Orde (Harûn Delal) ku ji gundê Mikuriyan ê navçeya Hênê ya Amedê ye û di 2013’an de tevli nav PKK’ê bûye, di 6’ê Tebaxa 2019'an de li Gevera Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest da. Piştî hemû hewldanên malbatê cenazeyê wî piştî 43 rojan radestî malbatê hat kirin. Li ser vê cenazeyê Orde duh ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê hat girtin û malbatê ew bir gundê Mikuryan.    Li gund piştî wecîbeyên olî cenaze li Goristana Mikuryan hat veşartin. Di dema veşartina cenaze de leşkeran goristan dorpêç kiribû.   Malbatê şîn li Mala Şînê ya Gund danî.