Malbatên Înîsiyatifa Pirsûsê cil diyarî zarokên Dersîmê kirin 2019-09-18 16:57:42   DERSÎM – Malbatên ku zarokên wan ji aliyê endamên DAIŞ'e ve hatin kuştin,  cil û berg diyarî zarokên Bajaroka Perî ya Dersimê kirin.    Endamên Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, cil û berg diyarî 145 zarokên Bajaroka Perî ya Dersimê kirin. Hevşaredarên Bajaroka Perî Songul Dogan û Orhan Çelebî u endamên Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê bi hevre pêlav û mont li zarokan belav kirin. Hevşaredar û malbat bi hevre li dibistanan geriyan û zarokên ku pêdiviya wan bi pêlav û cilan hebû, cil û pêlav li wan belav kirin.    Di 20'ê Tîrmeha 2015’an de dema ciwanên Sosyalist pêlîstok ji bo zarokên Kobanê dibirin Kobanê, li navçeya Pirsûsê rastî êrîşa DAIŞ'ê hatibû û 33 ciwanan jiyana xwe ji dest dabûn. Endamên Înîsiyatifa Malbatên Pirsûsê, diyar kirin ku ew li ser navê zarokên xwe cil û pêlavan diyarî zarokên Periyê dikin û armanca wan ewe zarokan kêfxweş bikin.