Dayika li ber avahiya AKP’ê: Min kurê xwe da dewletê, ez ji dewletê dixwazim 2019-09-18 16:01:44 STENBOL – Malbatên li ber avahiya AKP’ê ya Stenbolê çalakiya xwe didomînin. Dayikek got: “Min kurê da dewletê û ez ji dewletê dixwazim.” Polîsan bi darê zorê malbatan ji ber AKP’ê dûr kir.  Malbatên xwendekarên Dibistana Hêzên Hewayî yên di hewla darbeya 15’ê Tîrmehê de hatin girtin, çalakiya xwe ya edaletê ya li ber avahiya AKP’ê ya Stenbolê didomînin. Polîsan avahiya AKP’ê bi bariyeran dorpêç kiriye û nahêle kes nêz bibe.    ‘BIÇE LI CIHEK DIN LI KURÊ XWE BIGERE’    Dayikên xwendekarên girtî li ber avahiya AKP’ê kom bûn û xwestin bi rayedaran re hevdîtin bikin û bendemayîna xwe dewam kirin. Di vê navberê de amirek polîsan ji malbatan re got “Ji vir derkevin biçin.” Li ser vê fermanê polîsan bi darê zorê malbatan ji ber AKP’ê dûr kirin. Dayikek xwendekarek got “Min kurê xwe daye dewletê û ez ji dewletê dixwazim.” Polîsek jî wiha bersiva dayikê da: “Biçe li cihek din li kurê xwe bigere.”    POLÎSAN GEF LI NÛÇEGIHANÊN ME XWAR IN    Polîsan kişandina dîmen û wêneyan a rojnamegeran asteng kir û nasnameyên rojnamegeran kontrol kirin. Polîsan bi darê zorê dîmen û wêneyên rojanemgeran jê birin. Polîsek li nûçegihanên me xwar û ji wan re wiha got: “Ez dîmenek di Ajansa Mezopotamyayê de bibînim ez ê vê ji te re nêhelim.”    Malbatên ji ber avahiya AKP’ê hatin dûrkirin diyar kirin ku ew ê biçin ber avahiya Edliya Stenbolê.