Sarisaç dîktator Ceauşescu bi bîra AKP’ê xist 2019-09-18 15:42:18 WAN - Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, di Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman dewam dike de, axivî û got: “Dîktatorê Romayê Nîcolae Ceauşescu, ji bo ku hêza xwe nîşanî tevahiya cîhanê bide, bi darê zorê 8 hezar kes di mîtîngekê de kom kir, lê di vê mîtîngê hilweşiya. Tişata ku îro hikumeta AKP’ê dike jî eve.”  Li Wanê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûma di roja 31’an de dewam kir. Çalakî li ber Avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hat lidarxistin. Hevşaredar, parlamenter, Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA û gelek welatî beşdarî nobetê bûn. Di nobetê de pankarta ““Ne vîna qeyûm, em vîna gel dixwazin” hat vekirin. Parlamenterê  HDP’ê yê Wanê Murat Sarisaç, di çalakiya vê heftê de axivî.    'AKP TEMENÊ XWE DIRÊJ DIKE’   Sarisaç, diyar kir ku êdî AKP tiştekê ku bi rêve bibe ne me ye û wiha got: “AKP’ê razîbûna gel winda kiriye û bi zorê hewl dide temenê xwe dirêj bike. Lê çi dibe bila bibe wê serkeftin a gelan be. Divê ev yek baş bê dîtin. Rastiya dîktatorên Augusto Pînochet, Nîcolae Ceauşescu û Adolfo Hîtler li holê ye.   Dîktatorê Romayê Nîcolae Ceauşescu, ji bo ku hêza xwe nîşanî tevahiya cîhanê bide, bi darê zorê 8 hezar kes di mîtîngekê de kom kir, lê di vê mîtîngê hilweşiya. Tişata ku îro hikumeta AKP’ê dike jî ev e. Ceauşescu wê rojê ji aliyê wî gelî ve hat têkbirin.”    Sarisaç, da zanîn ku çareserî HDP ye û wiha got: "HDP ji bo dayikan û zarokên wan soza Tirkiyeyî azad dide wan. Em bang li hemû dayik û aligirên demokrasî û aştiyê dikin ku werin HDP’ê. Em parastina heqîqetê dikin. Em hêzê ji gel digirin.”   Piştî axatinê, girseyê çalakiya rûniştinê li dar xist û heya saetekê stran gotin û dirûşme berz kirin.