Biryara hinceta Doza JÎTEM’a Qoserê: Beyan razber in û delîlên teqez nînin 2019-09-18 14:29:56 ENQERE – Biryara hinceta Doza JÎTEM’ê ya Qoserê hat eşkerekirin. Îfadeyên şahid û muştekiyan ên derbarê bersûcan de razber hat dîtin û rêxistina JÎTEM’ê ya di ewraqên fermî yên dewletê de jî hat redkirin.    Li navçeya Qosera Mêrdînê di navbera salên 1992-1996’an de 22 welatî ji aliyê esker û cerdevanan ve hatibûn kuştin. Derbarê bûyerê de doz hat vekirin. Navê “Doza JÎTEM’ê ya Qoserê” lê hat kirin. Biryara hênceta dozê hat eşkerekirin. Di tîrmeha 2014’an de îdianame hat amadekirin. 9 kes bersûc di îdianameyê de hebûn. Serkêşê 9 kesan fermandarê wê demê yê Qoserê Hasan Atîlla Ugur e. Ugur bi “rêxistina çekdarî avakirin, birêvebirin, bi qestî kuştin, kes ji azadiya wî hiştin û îşkence kirinê” hat sûcdarkirin. Bersûcên din Ahmet Boncuk, Unal Alkan, Abdurrahman Kurga, Ramazan Çetîn, Mehmet Emîn Kurga, Îsmet Kandemîr, Eşref Hatîpoglu û Mehmet Salîh Kilinçaslan jî ji “endamê rêxistina çekdarî, bi qestî kuştin û kes ji azadiya wî hiştin û îşkence kirinê” hatin sûcdarkirin.   DOZGER Û DADGER BERAT KIRIBÛN   Di danişîna 28’ê gulanê de dozger mutala xwe eşkere kiribû û xwestibû bersûcên wek “qatil” tên nirxandin bên beratkirin. Di 9’ê îlonê de danişîna biryara dozê hat dîtin û heyeta dadgehê diyar kir ku ji ber dembihûriyê doz ketiye û derbarê hemû bersûcan de biryara beratê da.    BEYANÊN ŞAHIDAN RAZBER DÎT    233 rûpel biryara hincetê hat eşkerekirin. Di hêncetê de cih dide hemû hûrguliyên dozê. 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hincetê eşkere kir. Heyeta dadgehê di hênceta eşkere kir de beyanên hemû şahidan wek razber nirxand û heyetê pênasekirina JÎTEM’ê jî nas nekir. Di hêncetê de îfadeyên şahid û muştekiyan ên derbarê bersûcan de razber hat dîtin û navê rêxistina JÎTEM’ê ya di ewraqên fermî yên dewletê de jî hat redkirin.    Piştî eşkerekirina biryara hêncetê tê payîn dê parêzerên mexdûran îtîrazî dadgehek bilindttir bikin. Dema serlêdana parêzeran neyê qebûlkirin dê li ser vê yekê serî li Dadgeha Îstînafê bidin.