Dadgeha Bilind cezayê 2 kesên Doza Sereke ya KCK’ê erê kir 2019-09-18 14:23:00 AMED – Dadgeha Bilind cezayê 2 kesan ên ji Doza Sereke ya KCK’ê tên darizandin erê kir.  Li bajarên herêmê û Tirkiyeyê di 14’ê Nîsana 2009’an de li dijî siyasetmedarên kurd bi îdiaya “Meclîsa KCK’ê ya Tirkiyeyê” girtin hatibûn girtin. Di çarçoveya doza li siyasetmedaran vekirin de dadgeha herêmî derbarê 154 siyasetmedaran de biryar dabû. Doz di qonaxa Dadgeha Bilind de ye. 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi giştî hezar û 109 sal, 10 meh û 22 roj ceza li 99 kesan birîbû û derbarê 55 kesan de jî biryara beratê dabû. Hem dozgeriyê û hem jî parêzeran dozê veguhezandin Dadgeha Bilind.    CEZAYÊ DU KESAN ERÊ KIRIN    Dadeha Bilind di 4’ê îlonê de danişîna Endamê Meclîsa DBP’ê yê wê demê Ramazan Morkoç û Tamer Tanrikolu de pêk anî.    Dadgeha bilind cezayê 21 sal li Morkoç û cezayê 18 sal li Tanrikolu hatibû birîn erê kir. Ceza bi îdiaya “Rêveberên rêxistinê ne” li her du siyasetmedaran hat birîn.    TÊ PAYÎN BIRYAR WERE DAYÎN    Dadgeha bilin dli ser dosyeyê lêkolînê dike. Tê payîn dadgeh derbarê 152 kesên din jî îro yan jî sibê biryarê bide.    Serdozgeriyê xwest Parlamenterên HDP’ê Leyla Guven, Tayîp Temel, Pero Dundar û Musa Farisogullari jî were erêkirin.