Li ber avahiyên AKP’ê çalakî berbelav dibin 2019-09-18 13:46:33 ENQERE / KAYSERÎ – Cemal Yildirim ê îxrackirî û dayikên xwendekarên eskerî ceza li wan hatiye birîn li ber avahiya AKP’a Enqereyê hatin binçavkirin. Li ber avahiya AKP’a Kayseriyê jî destûra dayikên eskerên girtî nehat dayîn çalakî li dar bixin.  Cemal Yildirim ê endamê Sendîkaya Kedkarên Buroyê ku bi KHK ji karê xwe hat îxrackirin û dayikên xwendekarên dibistana eskerî yên di hewla darbeya 15’ê Tîrmehê de hatin girtin û ceza li wan hat birîn xwestin li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Enqerê çalakî li dar bixn. Polîsan destûr neda çalakiyê, Cemal Yildirim û dayikên xwendekaran bi lez û bez binçav kirin.    Yek ji dayikan dema polîsan mudaxeleyî wan dikir got ew ê ji îro şûn ve bi girseyîttir biçin ber avahiya AKP’ê.   DAYIKA ESKER XWE JI BINÇAVKIRINA KEDKAR RE KIR MERTAL    Dayika Furkan Çetînkaya yê cezayê muebetê lê hat birîn Melek Çetînkaya xwe da pêşiya Cemal Yildirim ê polîsan wî binçav kir û got: “Qey çi kiriye. Karê xwe dixwaze. Hûn nikarin bibin tu deverê.” Xwest bi vî awayî binçavkirinê asteng bike. Polîsan li ser vê yekê hem Yildirim hem jî Çetînkaya kaşkirin maşîneya binçavkirinê.    ‘EM NE DAYIK IN?’   Ji dayikên eskeran Sanem Denîzkural a hat binçavkirin jî bertek nîşanî polîsan da û got: “Dayikên li Amedê dayik in lê em ne dayik in? Em zarokên xwe dixwazin. Heta zarokên me bidin me em ê li vir çalakiya xwe li dar bixin.”    Melek Çetînkaya, Emîne Uyanik, Sanem Denîzkural  û Cemal Yildirim hatin binçavkirin.    LI KAYSERIYÊ JÎ ÇALAKΠ   Li aliyê din 4 dayikên xwendekarên dibistana eskeriyê dixwendin û hatin girtin xwestin li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Kayseriyê çalakî li dar bixin. Polîsan dayikan ji ber avahiya AKP’ê dûr kirin û hat îdiakirin ku dê pişt re randevû bidin dayikan.