Cenazeyê firoşkarê texsiyan Tuncer hat dîtin 2019-09-18 13:17:16   ELIH - Cenazeyê firoşkarê texsiyan Mehmet Salih Tuncer ê li Êlihê winda bû, di qenala avê ya navçeya Farqînê de hat dîtin.     Firoşkarê texsiyan bavê 5 zarokan Mehmet Salîh Tuncer ê 48 salî li Êlihê, di saetên serê sibê yên 9’ê Îlanê de ji mala xwe derket û carek din agahî jê nehat girtin. Di encama xebatên lêgerînê yên hatin kirin de, wesayîta Tuncer di 11’ê Îlonê de, li ber Çemê Êlihê hat dîtin û wesayîta wî hatibû gole baran kirin.    Li cihê wesayîta Tuncer hat dîtin, ligel hemû lêgerînan jî Tuncer nehatibû dîtin. Duh bi şev cenazeyê Tuncer di qenaleke avê ya li Taxa Malabadî ya navçeya Farqîn a Amedê de hat dîtin. Ekîbên hatin cihê bûyerê cenaze ji avê derxistin û tespît kirin ku cenaze yê Mehmet Salih Tuncere.    Cenazeyê Tuncer ê 3 gule li benda wî ketine,  rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ya Amedê.    Lêpirsîna darbarê bûyerê de hatibû vekirin, berdewam dike.