‘Roja ku Soylu hat Pasûrê biryara plana girtin û qeyûm da’ 2019-09-18 12:37:47 AMED – Hevseroka Rêxistina HDP’a Pasûrê Selva Akkoyun diyar kir ku tayînkirina qeyûmê Pasûrê bi plangerî ye û got: “Roja ku Suleyman Soylu hat Pasûrê palana tayînkirina qeyûmê û girtina hevalê me pêk aniye.”    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Pasûrê Selva Akkoyun tayînkirna qeyûmê ser şaredariya Pasûrê û girtina hevşaredar û HDP’iyan nirxand. Akkoyun da zanîn ku ew çûne serdana malbatan û serxweşiyê ji wan re xwestine û got: “Malbat dibêjin ‘HDP ne berpirsiyariyê vê bûyerê ye, kî vê bûyerê pêk aniye bila ew derkevin holê.’ Em jî wek HDP’ê dixwazin ku bila berpirsiyariyên vê bên dîtin.”    ‘JI BO QEYÛM ZEMÎN AMADE KIRIN’    Akkoyun anî ziman ku maşîneyên şaredariyê ji bo xizmetê li her deverê ne û wiha dewam kir: “Dibêjin ku maşîneyên şaredariyê li cihê bûyerê hatine dîtin. Maşîneyên şaredariya me li her derê dixebitin û neçarin xizmetê bibin her aliyî. Ev komployek e. Ji bo qeyûm tayîn bikin zemînê amade kirin.”    ‘SOYLU HAT Û PLANGERIYÊ PÊK ANÎ’    Akkoyun destnîşan kir ku piştî teqînê polîsan bi ser avahiya wan de girtiye û zext li wan kirine û wiha got: “Avahiya me ser û bin kirin. Dest danîn ser compîtorên me. Afîşên ‘Şehîd namirin welat dabeş nabe’ li bîllboardên navçeyê û mahyayên mizgeftan daliqandin. Tayînkirin qeyûm bi bername û plangerî bû. Roja ku Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu hat Pasûrê, vê plangeriyê kir. Rojek şûn ve jî hevalên me hatin binçavkirin.”    Akkoyun diyar kir ku AKP dixwaze teqînê bixe stûyê HDP’ê û got: “Ji bo berê gelê Pasûrê bidin hev partiya me ji xwe re dikin armanc.”