Biryarek din a girtinê derbarê hunermend Tunç de dan 2019-09-18 12:31:55   STENBOL – Biryarek din a girtinê derbarê Hunermenda Ferhat Tunç de hat dayîn.    Danişîna doza bi îdîaya li ser medya civakî “Heqaret li Serokkomar kirin” a derbarê hunermend Ferhat Tunc de hatibû vekirin, li 14’emîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Buyukçekmece hat dîtin. Danişîneke din a darizandina Tunç jî li 4’emîn Dadgeha Cezayê Eslî hat dîtin.    Ji ber ku Tunç ji derveyê welat bû beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Tunç Fatma Hapîkoglu di danişînê de amade bû.    Di danişîna li 4’emîn Dadgeha Cezayê Eslî hat dîtin de, parêzera Tunç Hapîkoglû xwest ku biryara girtina Tunç bê rakirin. Lê şandeya dadgehê biryara girtina Tunç dubare kir û danişîn taloqî 14’ê Sibata 2020’an kir.    BIRYAREK DIN A GIRTINÊ    Di danişîna li 14’emîn Dadgeha Cezayê Eslî hat dîtin de, şandeya dadgehê derbarê Tunç de biryara girtinê da û danişîn taloqî 4’ê Kanûna 2019’an kir.