Ceza ji bo polîsê Mazlum ê 16 salî kuşt nexwestin 2019-09-18 11:59:54   MÊRDÎN - Polîsê li Qoserê zarokê 16 salî Mazlûm Turan kuşt ji nû ve hat darizandin. Di doza îro hat dîtin de dozger, nexwest ku polîs bê cezakirin.    Li navçeya Qoser a Mêrdînê, 28'ê Tebaxa 2015'an Mazlûm Tûran ê 16 salî, bi hinceta ku guh nedaye banga ''raweste'', ji hêla polîsê bi navê Suleyman Esenboga ve hat kuştin. Doza Turan îro li Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Mêrdînê ji nû ve hat dîtin. Parêzerê malbata Turan Erdal Kuzu beşdarî danişînê bû. Polîsê bersûc Suleyman Esenboga û parêzerê wî li Edliya Mêrsînê bi SEGBÎS'Ê beşdarî danişînê bûn.    Di danişînê de parêzerê Turan, diyar kirk u 'Mazlûm ji qemçika xwe gule xwariye û got: "Ji ber vê bersûc ew ji xwe re kiriye hedef û lê reşandiye.'' Dozger vegotina, ''bicihanîna fermana qanûnê nayê cezakirin'' a TCK 24/1 bi bîr xist û xwest ku biryar were standin polîsê bersûc neyê ceza kirin.    Şandeya dadgehê daxwaza girtina polîsê kujer Esenboga red kir û danişîn taloqî 18'ê Cotmehê kir.