Danişîna Demîrtaş a li DMME’yê: Parêzer dê parastinê bikin û biryar pişt re bê eşkerekirin 2019-09-18 11:05:25 STENBOL – Danişîna Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li 16’emîn Daîreya Mezin a DMME’yê tê dîtin. Parêzeran got ew ê parastinê bikin û biryar pişt re dê eşkere bibe.  Danişîna Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş îro li 16’emîn Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) tê dîtin. Demîrtaş ê ji 4’ê Mijdara 2016’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê tê ragirtin dosyeyên lêpirsînên derbarê wî de ji bilî yekê hemû di dozekê de hatibûn komkirin.   AYM BERSIV NEDA DOSYE BIRIN DMME’YÊ    Doz ji Amedê bi hênceta “ewlehiyê” neqlî Enqereyê hatibû kirin. Doz li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê didome. Ji bo berdanê parêzeran serî li dadgehên herêmî dan. Hemû serlêdan hatin redkirin. Li ser vê yekê parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê di 29’ê gulana 2018’an de daxwaz kir serlêdan bê nirxandin. Lê AYM’ê bersiv neda serlêdanê. Li ser vê yekê parêzeran dosyeya Demîrtaş birin DMME’yê û serlêdan kirin.    DMME’YÊ GIRTINA DEMÎRTAŞ NEHEQ DÎT    Piştî serlêdana DMME’yê ji doza duyemîn a Demîrtaş jê dihat darizandn biryar derket. Dadgehê di 7’ê îlona 2018’an cezayê hefsê li Demîrtaş û parlamenterê HDP’ê yê berê Sirri Sureyya Onder birî. Dadgeha Stenbolê 4 sal û 8 meh ceza li Demîrtaş birî. Dadgeha Îstînafê cezayê Demîrtaş erê kir. Di vê navberê de DMME’yê girtina Demîrtaş neheq dît û ji Tirkiyeyê xwest Demîrtaş li tavilê were berdan. 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê daxwaza DMME’yê red kir û xwest girtî bimîne.    DANIŞÎN ÎRO YE    Parêzerên Demîrtaş li ser vê yekê ji bo doza Demîrtaş dîsa were lêkolînkirin di sibata 2019’an de serî li Daîreya Mezin a DMME’yê dan. Hikumetê daxwazname da û xwest DMME ji nû ve biryara binpêkirinê ji nûve binirxîne. Daîreya Mezin a DMME’yê dî îro dosyeya Demîrtaş carek din binirxîne.    Li gorî agahiyên parêzeran dan dê di danişînê de parastina miwekîlê xwe Demîrtaş bikin û biryar jî pişt re dê were eşkerekirin.