Dayikên çalakiya wan li ber AKP’ê hat astengkirin: Gelo em ê bi ku ve biçin? 2019-09-18 11:04:48   STENBOL - Yek ji dayikên li ber AKP’ê xwestin çalakiyê lidar bixin Fatka Okka, diyar kir ku polîsan bera wan da û got: “Li Amedê dayik rûdinin, li ber CHP’ê karker rûdinin, lê em nikarin li ber AKP’ê rûnin. Gelo em ê bi ku ve biçin. Çi dibe bila bibe em ê çalakiya xwe dewam bikin.”    Malbatên xwendekarên Dibistana Hêza Hewayî ya Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ya Stenbolê yên di dema hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de hatin girtin, pêr bi daxwaza edaletê xwestin li ber avahiya Rêxistina AKP’ê ya Stenbolê dest bi çalakiya rûniştinê bikin. Lê polîsan destûr nedan malbatan ku biçin ber avahiya AKP û li ber barîkatên polîsan heya demekê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Polîsan ji malbatên daxwaza edaletê kirin re gotin “Cihê mûxatabê we ne vê deriyê. Herin serî li rêyên darazê bidin.” Malbatên ji ber avahiya AKP’ê hatin qewirandin, dûre çûn ber Edliya Çaglayan a Stenbolê û daxuyanî dabûn çepmeniyê. Dayika xwendekarê Dibistana Hêza Hewayî Bûrak Okka Fatma Okka ya 44 salî darbarê tiştên jiyan de axivî.    ‘GENERAL BERDAN, CEZAYÊ MUEBETÊ DAN ZAROKÊN ME’   Dayik Okka, diyar kir ku berî 3 salan di bin navê “Tetbîqat heye” bangî kurê wê kirin û wiha axivî: “Kurê min piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê hat gitin û wî şandin Girtîgeha Hejmara 2 a Sîlîvrî. 3 sal û 2 mehin kurê min girtiye. Wî terkî nava 4 dîwaran kirin. Bi awatekê bêmaf û bêhiqûq tê girtin. Kes xwedî zarokên xwe dernakeve. Ev 3 sale li edaletê digerim û cihek nemaye ku ne çûyîmê. Êdî ez fedî dikim derkevim pêşberî kurê xwe. Cezayê muebeta giran dan zarokên me. General û leşkerên paye bilid ên şeva 15’ê Tîrmehê zarokên em birin wê derê, ji xwe re digerin. General ji girtîtgehan derxistin û zarokên me jî bi cezayê muebetê darizandin.”   ‘EM JI BER AVAHIYA AKP’Ê QEWIRANDIN’   Okka, da zanîn ku wan zarokên xwe teslîmî TSK’ê kirin û wiha bilêv kir: “Ji bo vê du roj berê em çûn ber avahiya AKP’ê ya bajêr. Me xwest em li vê derê dengê xwe dibin bihîstin. Nîv saet şûnde, nasnameya me di GBT’ê re derbas kirin. Dûre em ji ber avahiyê qewirandin. Gelo emê bi ku ve biçin? Polîsan nehiştin ku em li parkê jî rûnin. Amîrê polîsan got ‘ji vir bi qewirin.’ 10 polîsan heya merobusê em birin. Ma em ne mirovên vî welatîne? Ma em biçin ku derê.”    WÊ ÇALAKIYA XWE DEWAM BIKIN   Okka, bal kişand ser rewşa dayikên li ber avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) rûniştine jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Amedê dayik rûdinin, li ber CHP’ê karker rûdinin, lê em nikarin li ber AKP’ê rûnin. Gelo çima ji dayikên li wê derê re serbest, ji me re qedexe ye? Gefa binçavkirinê li me xwarin. Polîsan bi zorê xebatkarên çapemeniyê ji wir dûr xistin. Heya ku rayedarek dernekeve û daxuyanî nede, emê çalakiya xwe dewam bikin. Em bi malbatî di girtîgehê dene. Em bi saxî kirine gorê. Hemû dayik dixwazin ku zarokên wan azad bijîn. Em dayik dixwazin zarokên xwe bidin jiyîn. Ji bo vê em edaletê dixwazin."