Qeyûm tayînî Şaredariya Qereyaziyê jî kirin 2019-09-18 11:04:20 WAN - Qeymeqamê navçeyê Mesût Tabakçioglû weke qeyûm tayînî şûna Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû ku duh hat girtin,   Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû ku cezayê wê hat erêkirin û hat girtin, Qeymeqam Mesût Tabakçioglû weke qeyûm tayînî şûna hat kirin. Walitiya Erziromê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û angaşt kir ku ji ber lêpirsîn û cezayê lê hatiye birîn Hevşaredar Melîke Goksû ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve bi awayekî demkî ji peywirê hatiye hatiye girtin û Qaymeqamê navçeyê Mesût Tabakçioglû wek qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin.