Meclisa Şaredariya Amedê bi awayekî fîîlî hat feshkirin 2019-09-18 10:51:41   AMED - Qeyûmê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, meclisa şaredariyê bi awayekî fîîlî fesh kir û civîna xwe ya yekemîn a meclisê, li şûna 93 endamên meclisê yên hilbijartî, bi 5 karmendan pêk anî.    Waliyê Amedê Hasan Basrî Guzeloglû ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin, civîna xwe ya yekemîn a meclisê di 11'ê Îlonê de pêk anî. Derket holê ku qeyûm, vê civînê li şûna 68 endamên meclisê yên HDP'ê, 22 endamên meclisê yên AKP'ê û 3 endamên meclisê yên SP'ê, bi 5 karmendan re pêk aniye. Di vê civînê de biryara meclisa hilbijartî ya têkildarî 5 mizgeftên ku esasê wan ji aliyê Şaredariya Peyasê ve hatibûn avêtin jî hat betalkirin.    Bi vê yekê meclisa şaredariyê ya hilbijartî bi awayekî fîîlî hat fershkirin.