Ji ber axaftina kurdî ceza li girtî birîn! 2019-09-18 10:37:17   DENÎZLÎ – Hat zanîn ku Ramazan Çekmen ê li Girtîgeha Denîzliyê dimîne bi boneya kurmancî bi karmendê hefsê re axiviye cezayê desteserkirina mafên wî hatiye lê hatiye birîn.    Di 7’3e tebaxê de Ramazan Çekmen (25) ê li Girtîgeha Tîpa T a Denîzliyê dimîne bi malbata xwe re hevdîtina vekirî pêk anî. Çekmen bi hênceta kurmancî bi wezîfedarê hefsê yê karmend re axiviye wî sewqî Desteya Dîsîplînê kirin.    Çekmen di kêliya hevdîtinê de bi kurmancî ji wezîfedar xwest wêneyê wî û malbata wî bikişîne. Karmend hişyarî da Çekmen û xwest bi tirkî biaxive. Çekmen bersiva karmend da û got: “Heke hûn wisa pirr meraq dikin biçin qûrsa kurdî û hûn dikarin bi kurmancî fêr bibin.”    KURDÎ AXAFTIN ‘LI DIJÎ QANÛNAN E!’   Axaftina Çekmen ji aliyê Desteya Dîsîplînê wek “li dijî karmendê wezîfedar neguncan û henekê xwe pê kiriye” hat nirxandin. Desteyê got ev tevger li dijî qanûn û tuzikê ye û îdia kir ku ji girtiyên re bûye mînaka nebaşiyê. Desteyê bi van hêncetan ji mehekê heta 3 mehan dest danî ser hin mafên Çekmen û dê mehekê nikaribe karê xwe yê mûçe jê werdigirt bike.