Konukman: Pêwîste gel finansmana şer bidarizîne 2019-09-18 10:03:03 ENQERE – Aborînas Prof. Dr. Azîz Konukman diyar kir ku heke Tirkiye operasyonek muhtemel li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk bîne dê bandorek neyînî li ser aboriyê bike û got: “Heke Tirkiye bikeve şerek wiha pêwîste gel fînansmaniya vî şerî bidarizîne.”  Li Tirkiyeyê her ku diçe krîza aborî kûr dibe û êdî hatiye wê astê welatî nikarin debara xwe bikin. Bi krîza aborî re li Tirkiyeyê feqîrî û bêkarî jî zêde bûye. Serokkomar Tayyîp Erdogan li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefên destwerdanê dixwe. Operasyonek muhtemel a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Tirkiyeyê rê li ber nîqaşa bi temamî têkçûna aboriyê vekiriye.    Aborînas Prof. Dr. Azîz Konukman têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û got heke Tirkiye di şertên heyî de dest bi şerek li derveyî sînor bike dê li Tirkiyeyê felaketa aboriyê pêk were. Konukman da zanîn ku heke ji parvekirinê şerek tê dayîn divê gel li dijî derkeve û got: “Pêwîste gel teqez finansmana vî şerî bidarizîne.”    'DIVÊ TIRKIYE NEKEVE BIN BARÊN GIRAN'    Konukman da zanîn ku pêwîste bêyî şer biqewime divê bi netewên li Sûriyeyê re were axaftin û di serî de jî kurd hene û bi dan û sitendinê mesele dikare were çareserkirin. Konukman diyar kir ku divê têkiliya Tirkiyeyê bi cîran baş be û gelek kes li ser axa Sûriyeyê dijîn. Konukman anî ziman ku divê Tirkiye nekeve gerînekên kûr û ji bo tiştên mezintir bi serê Tirkiyeyê ve neyên qewimîn lazime nekeve bin barên giran ên ku nikaribe rake.    ‘GEL FATÛRAYA ŞER RADIZÎNE’   Konukman destnîşan kir ku ne hêsane Tirkiye di nava van şertên krîza aborî de bikeve nava hewldanên şer û pêwîste beriya her tiştî Tirkiye li şûna ewil girîngiyê bide guleyan divê bide firingiyan û aboriyê. Konukman da zanîn ku fatûrayên hemû şeran ji berîka gel tê razandin û got: “Kedkar ked didin û bedela şer didin. Di şerên hemû dinyayê de bedela herî giran gel û zarok didin yanî ew fatûraya şer didin. Ji ber vê yekê ez dibêjim li pêşiya hêzên emperyal bisekinin. Heke hebe şewatek wî agirî bi gelan re vemirînin. Yanî Esad çiqas xerab be jî yên ku Esad biguherînin gelê wî ye. Niha hin kes rabin zilamê me yek biqelibînin em ê li dijî wê jî derkevin. Em ê destûr nedin wê jî.”    MA / Selman Guzelyuz