Li mezrika nifûsa wê hezar kes e ceryan hat qutkirin 2019-09-18 09:17:19 ŞIRNEX - DEDAŞ'ê, li Silopyayê mezrika Kortikê bê ceryan û av hişt. Welatîyan bertek nîşan da û got: "Me dev ji şîna xwe berdaye em ketine etra ceraynê."  Duh na pêr DEDAŞ'ê ceryana mezrika Kortik a gundê Xerabreş a Silopiyaya Şirnexê birî. DEDAŞ'ê bi hinceta "heqê ceryanê nedane" ceryana mezrikê birî ku nifûsê wê nêzî hezar kesî ye. Her wiha ji ber vê ava mezrikê jî qut bû Welatiyan anî ziman ku ji ber hin malbatan heqê ceryanê endaye ceryana hemû malan hatiye birîn û bertek nîşan dan.    ‘NIKARIBÛN AVÊ BIDIN KESÊN HATIN ŞÎNÊ'    Fadîle Aytiş, bilêv kir ku gava ew çûne şîna xizmekî xwe ceryan hatiye qutkirin û got: "Ev neheqî ye." Aytiş, anî ziman ku ji ber vê ew mecbûr mane avê ji cînaran bînin û got: "Ji xwe pere hebin wê heqê ceryanê bidin. Lê tuneye. Çima mirovan nerihet dikin. Derve germ e. Ava vexwarinêt une ye. Me nikaribû ava cemidî bide kesên hatin şînê. Bi qasî şînê em ji ber ceyanê jî mexdûr bûn."    Sore Atîlla ku ew û kurê xwe tev de ji ber gurçikên xwe nexweş in, diyar kir ku ji ber klîma naxebitin nikarin li hundur bisekinin. Atîlla, bilêv kir ku ji ber gurçikên xwe ew ava dawerivandî vedixwin, lê belê ji ber ceyanê nikarin vexwein ûg ot: "Pereyê me tune em ava hazir jî bikirin. Em nikarin apqijiya xwe jî bikin."    ‘EM KETINE ETRA CERAYNÊ'    Buşr Oltûg ku şîna wan heye, destnîşan kir ku gelek xizmên wan nexweş in û got: "Nikarin li hundur bisekin. Em nikarin xizmeta wan jî bikin. Her wiha mirov tên şînê. Me dev ji şîna xwe berdaye em ketine etra ceryanê. Xwarinên me giş xera bûne."