‘Ji bo îfadeyê gazî min kirin, lê li parkê min dan ber lêpirsînê' 2019-09-18 09:16:19   STENBOL – Soner Îlblas ku derpêş kir Qereqola Polîsan a Guvercîntepeyê ji bo îfadeyê gazî wî kiriye, lê belê kesên ku xwe wekî JOH'an dane naskirin li Parka Guvercîntepeyê wî dane ber lêpirsînê û got: "Li vira sîxurtî li min ferz kirin."    Li Başakşehîr a Stenbolê, malbata Îlbas bilêv kir ku bi hinceta keça wan di sala 2014'an de çûye Kobaniyê, kesên xwe wekî Tevgera Taybet a Cendirmeyan (JOH) didin naskirin tim li wan digerin û sîxurtiyê li wan ferz dikin. Ji malbatê Soner Îlbas, bilêv kir ku du kesên xwe wekî cendirmeyan dane naskirin wî ji qereqolê girtine û birine parkê û li parkê sîxurtî lê ferz kirine.    ‘MECBÛR MAM TELEFONÊ VEKIM'    Îlbas, anî ziman ku kesên lê geriyane ewilî li xwişka wî û birayê wî geriyane û ji wan hejmara telefona wî xwestine û piştî wna endaye li ferdên din ên malbatê geriyane û got: "Ji ber tim li min geriyan mecbûr mam telefona xwe vekim. Gava min telefon vekir, kesa digeriya xwe da naskirin. Gt, navê wê Hanim e û got we ji bo xwişka xwe îlana windabûnê daye. Min, got me îlaneke wiha nedaye, tenê piştî xwişka min windabûye me seîr lê daye û i xwe di ser vê re jî 5 sal derbas bûye."    ‘MIN XWEST ÎFADEYÊ LI QEREQOLÊ BIDIM'    Îlbas, destnîşan kir ku kesên lê geriyane xwestine wî rû bi rû bibînin, lê wî ev qebûl nekiriye. Îlbas, bilêv kir ku wî ji kesên lê geriyane gotiye "eger îfade be ez ê li qereqolê bidim" û got: "Kesê geriya, got tu eleqeya mijarê bi polîs û qereqolê tune ye, tenê wan eleqedar dike. Lê belê min ji wan re got, ez we nas nakim û ez ê îfadeyê li qereqolê bidim. Li ser vê ji min re gotin, 'temam em ê bên qereqolê, gava em hatim em ê li te bigerin û tu yê jî werî.' Di ser vê bûyerê re hefteyek derbas bû, dîsa li min geriyan xwestin em hev du bibînin."   WÎ JI QERQOLÊ BIRINE PARKÊ    Îlbas, bilêv kir ku piştî ji kar derketiye çûye Qereqola Guvercîntepeyê û got, li qereqolê yek jê jin du kes ew pêşwazî kirine. Îlbas, got: "Kesên ez pêşwazî kirim, gotin 'Ne li qereqolê, em li derve biaxivin.' Min qebûl nekir, lê piştî bi ser min de hatin mecbûr mam em biçin Parka Guvercîntepeyê. Li parkê bi qasî saetekê em axivîn. A jin pêşî pirsî ka xwişka min li kuderê ye, ka em xeberê jê digirin yan na. Her wiha got, herî dawî xwişka te li Kobaniyê bûye, di dest wan de wêneyê wê heye. Bi israr gotin hejmara telefona xweişka xwe bide. Gotin, ew bi vî awayî dikarin xwe bigihîninê û eger bixwaze ew dikarin wê bînin malê. Her wiha gotin, di vî warî de hem madî hem manewş çi lazim be ew ê bikin. Gotin, ger xwişka te bê wê sûd jie fûyê bigire."    WÊ GILÎ BIKE    Îlbas, anî ziman ku wî bi israr ji kesên pê re xeber dane gotiye, çima bi derve re pê re xeber didin. Îlbas, got, piştî vê gotine: "Tu karê me bi polîsan re tune ye. Ji xwe mirovên li rojhilat me nas dikin. Ên li rojavayê me nas nakin. Lê em ê hêdî hêdî xwe bi wan jî bidin naskrin."    Îlbas ku got "Bi awayekî aşkere sîxurtî lê hatiye ferzkirin", destnîşan kir ku ew ê pêşî serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bide û paşê jî ew ê li dozgeriyê giliyê wan bike.