Deriyê Sînor ê Esendere veguheriye deriyê eziyetê! 2019-09-18 09:11:30 COLEMÊRG - Deriyên Aînor ê Esendereyê ku ji bo gelê herêmê deriyê debarê bû, niha veguherîye deriyê eziyetê. Ji ber "kota"ya pêk tê û bihakirina heqê têketin û derketinê êdî wesfa wê ya deriyê bazirganiyê nemaye.    Li Colemêrg û navçeyên wê, welatiyên ku bi bazirganiya sînor debara xwe dikin, niha ji ber "kota"ya pêk tê, bihakirina heqê têketin-derketinê, operasyonên pêk tên hema bêje di sê salên dawî de bi zor û zehmetiyên mezin re rû bi rû dimînin. Deriyê Sînor ê Esendereyê ku bi salan e ji bo gelê herêmê Deriyê debarê bû, niha veguheriye deriyê eziyetê.    DEST DATÎNIN SER BERÊ WAN    Zubeyîr Arici ku ji bo debara malbata xwe bike bi salan e alav û amûran ji Îranê tîne, diyar kir ku di çûn û hatinê de leşkerên Tirkiye û Îranê zor û zehêetiyan didib ber wan û got: "6 sal in diçim Deriyê Sînor ê Esendereyê. Lê ev du sal in hem hêla Tirkiye hem jî hêla Îranê zehmetiyên mezin didin ber me. Ez tenê ji bo debara malbata xwe dixebitim lê dîsa jî nahêlin. Berê me 3 kîlo çay, 2 kîs birinc, 5 kîlo şerkir dianî û bi vî awayî debara xwe dikir. Lê niha ancax em dikarin kîloyek çay bînin. Berê me karibû 2 kîs birinc bîne, lê niha ten dihêlin em kîsekî bînin. Gava em 10 kîloyan tîin nêviyê wê ji me distînin. Ji Îranê heta sînorê Tirkiyeyê ji bo em lîreyekê qezenc bikin em bar li pişta xwe dikin. Yanî tiştê bi dest me dikeve jî em hemûyan didin bi pûl û mesrefên rê. Carinan em kincan tînin, lê nahêlin em bifiroşin. Mirov bi deriyê sînor debara xwe dikin, lê niha zor û zehmetiyan didin ber me. Divê dev ji van pêkanînan berdin."    Bekir Reşît ku berê li ser înşaatan dixebitî lê niha ji ber kar nemaye bazirganiya sînor dike, bal kişand ser zor û zehmetiyên li ser sînor bi wan re rû bi rû dimînin. Reşît, bilêv kir ku 5 sal in ji Îranê alav û amûran tîne û bi vî awayî debara xwe dike, lê belê niha li tu deverê mafê wan ê jiyanê nehiştine. Reşît, diyar kir ku li deriyê sînor dest datînin ser berên wan û got: "Em kîloyek çay tînin, nêviyê wê ji me distînin. Tenê dihêlin em du karton cixare bînin. Ma ez ê bi vî awayî çawa debara malbata xwe bikim? Ez bi bazirganiyê debara zarokên xwe dikim, lê nahêlin em vê jî bikin. Berê amûrên me dianîn me bi rihetî diforin û pê debara xwe dikin, lê niha ew jî ji dest me girtin. Em dixwarin rojek berî rojekê dev ji van pêkanînan berdin da em bi rihetî biçin û bên."    'MEGER ÇARESERÎ ZEMKIRIN ZEM BÛYE'    Îsmaîl Dayan jî, got: "Berê em bi rihetî diçin û dihatin. Car hebû me 8 karton cixare dianîn, lê niha dest datînin ser du kartonan jî. Ji bo debara malbata xwe bikim min cixare, birinc, fasûle, çay, şekir, rûn ji Îranê dianî, lê niha nahêlin. Gava Wezîrê Karên Navxweyî hat vira got, ew ê hel bikin. PIştî çû heqê pûlên sînor ji 15 lîreyan bû 50 lîre. Meger helkirina wî zem bûye."    ‘HER KES BERÊ XWE DIDE DERIYÊ SÎNOR'    Vedat Akarsû jî got: "Ez jî debara xwe bi deriyê sînor dikim. Lê tiştên ez ji Îranê tînim dest datînin ser wan. Mafê me yî herî kêm em sê karton cixare bînin heye, lê ew destûra du kartonan didin. Ji wan kartonan jî tiştek bi destê me nakeve. Berê rihet bû, lê niha xirab e. Li vira betalî heye, ji ber kar tune her kes berê xwe dide deriyê sînor." Welatiyê bi navê Nîhat Kaçar jî, anî ziman ku êdî ji deriyê sînor jî tiştekî qezenc nakin.    Gokhan Bala jî destnîşan kir ku êdî nahêlin bi pasaportê jî bazirganiyê bikin û xwest pêkanînên ewlehiyê yên li ser sînor kêm bibin. Bala, got: "Ji bo em derbasî hêla Îranê bibin em 50 lîre heqê pûlan û 50 lîre jî heqê tiştên din didin. Ji xwe ji eşyayên em tînin em qurîşekê jî qezenc nakin. Sedema van pirsgirêkan ji ber ku hîn jî Rewşa Awarte didome. EM baca xwe didin, lê em van pêkanînan qebûl nakin."