Cara 708'an serlêdana parêzerên Ocalan red kirin 2017-11-28 18:13:31 STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin cara 708’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Serdozgergiyê serlêdana parêzeran dîsa red kir.   Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mazlum Dinç, Cengîz Yureklî û Newroz Uysal bi boneya sibê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Parêzer bi vê serlêdanê re ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir de ev bû 708 car daxwaza hevdîtinê dikin. Serlêdana parêzaran 708'an hat redkirin.    Daxwaza hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve 708 caran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “Rewşa Awarte” hatin astengkirin.