ROJEVA 18'Ê ÎLONA 2019'AN 2019-09-18 09:00:11 * Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji bo waneya bijarte ya kurdî bang li malbatên kurd kir û ji wan xwest ku vê waneyê ji bo zarokên xwe hilbijêrin. Cizîrî da zanîn ku di vê mijarê bar dikeve ser milê siyasetmedarên kurd û wiha got: “Heke siyasetmedarên me ji bo vê yekê bang bikin dê xwedîderketina ji bo kurdî zêdetir bibe.” * Bazarvanên li Mêrsînê, diyar kirin ku ji ber roja şemiyê kompleksa halê girtiye fiyat du qat zêde dibin û xwestin ev mesele bê helkirin.    * Hejmara sêyemîn a kovara muzîkê ya kurdî Ziryabê û albûma ‘Olana Bajêr: Bijareyên Ziryabê’ derket.   *  Deriyên Aînor ê Esendereyê ku ji bo gelê herêmê deriyê debarê bû, niha veguherîye deriyê eziyetê. Ji ber "kota"ya pêk tê û bihakirina heqê têketin û derketinê êdî wesfa wê ya deriyê bazriganiyê nemaye.    * Sonmez Ertaş ku piştî kooperatîfa lê dixebitî hat girtin karê xwe li malê didomîne, bi berên ku çê dike debara xwe dike. Ertaş, bal kişand ser girîngiya piştevaniya jinê û got, tenê armanceke wan heye ew jî dîsa kooperatîfê ava bikin.    * Soner Îlblas ku derpêş kir Qereqola Polîsan a Guvercîntepeyê ji bo îfadeyê gazî wî kiriye, lê belê kesên ku xwe wekî JOH'an dane naskirin li Parka Guvercîntepeyê wî dane ber lêpirsînê û got: "Li vira sîxurtî li min ferz kirin."    *Zimanzan Zana Farqînî û Samî Tan, anîn ziman ku pêşketina zimanê Kurdî û têkoşîna demokratîk bi awyaekî pararlel bi hev re dimeşin û gotin, ji bo kurdî winda nebe û pêş bikeve pêdivî bi xebatên rêxistinbûyî heye.    * DEDAŞ'ê, li Silopyayê mezrika Kortikê bê ceryan û av hişt. Welatîyan bertek nîşan da û got: "Me dev ji şîna xwe berdaye em ketine etra ceryanê."    * Dê danişîna Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş li 16'emîn Daîreya Mezin a DMME'yê bê dîtin. (10.00)   * Danişîna Turan ê 16 salî ku di tebaxa 2015'an de hat kuştin dê li Dadgeha Mêrdînê bê dîtin. (10.00)   * Rêxistinên HDP'ê yên Îzmîr, Yenîşehîr û Peyasê yên Amedê dê tayînkirina qeyûm a ser şaredariya Pasûrê bi daxuyaniya çapemeniyê şermezar bikin. (10.00-12.00)   * Li Amed, Mêrdîn û Wanê Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman di roja 31'emîn de dewam bike. (11.00)