Li qada daristanî li 25 deveran agir bi daristanê ket 2019-09-18 07:42:30 HATAY - Li Antakyayê, li qadeke daristanî li 25 deverên cuda agir bi daristanê ket. Piştî mudaxileyê agir bi awayekî qismî hat kontrolkirin.  Li navçeya navendî Antakya ya Hatayê, li qadeke daristanî ji ber sedemeke nehat hînbûn li 25 deveran agir bi daristanê ket. Duh êvarî saet li dor 19:00'an kesên dîtin ku ji herêma Ballioz, Kîsecîk û Toygarliyê duxan bilind dibe, xeber gihandin koma îtfaiyeyê. Îtfaiyeyê bi gelek makîne û wesayîtan mudaxileyî agir kir. Heta derengê şevê agir bi awayekî qismî hat kontrolkirin.    Midûrê Şaxa Têkoşîna Li Hemberî Agirên Daristana ya Mereşê Mûzaffer Ketmen, diyar kir ku ew jî nizanin ji ber çi agir bi daristanê keye û got, demidlest mudaxileyî agir hatiye kirin. Ketmen, destnîşan kir ku li 24 deveran agir bi hatiye lontrolkirin û got, lê belê li herêmekî hîn jî mudaxileyî agir tê kirin.