Encamên Pêşbirka Xelatdayînê ya Rojnamegeriyê ya Musa Anter diyar bûn 2019-09-17 23:03:43 NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên di 27'emîn Xelatdayîna Rojnamegerîya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad bi ser ketin Wê xelat roja şemiyê bi merasîmekê bên dayîn.    Kesên di 27'emîn Xelatdayîna Rojnamegeriya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad de bi ser ketin diyar bûn. Wê xelat roja şemiyê bi merasîmekê bên dayîn.    Di pêşbirkê de di warê nûçeyên tirkî de, jûrîyê xelat da du kesan. Ji Ajansa Mezopotamyayê Ahmet Kanbal bi nûçeya xwe ya “Kayyum danışmanının 246 bin TL’lik rüşvet çarkı hesap dökümlerine yansıdı” û ji rojnameya BîrGunê jî Huseyîn Şîmşek bi nûçeya xwe ya "“274 çocuk doğum yaptı” bi ser ketin. Her wiha ji ji Euronewsê Rabî Çetîn jî bi nûçeya xwe ya  “Kimliği olduğu halde sınır dışı edilen Suriyeli sığınmacı El Nusra bölgesine gönderildi” Xelata Juriyê wergirt.    Di warê nûçeyên kurdî de jî Gokhan Altay jî bi nûçeya xwe ya “Qeyûmên Sîlopiyê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî firot rêveberên AKP’ê” bû yekemîn.    Di warê nûçeyên jinê de jî juriyê xelata juriyê li ser navê rojnamevanên jin ên girtî edîtora Jinnewsê Kîbriye Evren.    Her wiha di juriyê îsal Xelata Rûmetê jî da. Xelata Rûmetê dan sê kesan; Huseyîn Aykol, helbestvan Hicrî Îzgoren û Parêzer Ozcan Kiliç.    Di warê xelata wêneyan de jî nûçegihana Jinnewsê Rojda Aydin, bi wêneyê xwe yê "Abluka ve Kadın Direnişi" xelat wergirt ku li Mêrdînê di dema çalakiyên şermezarkirina qeyûman de gava polîsan dora Parlementera HDP'ê Ebrû Gunay dorpêç kiribû, wêneyê wê hatibû girtin.    Di warê karîkaturê de jî Aşkin Ayrancioglû bi xêza xwe ya bi navê "Yok Edici" xelat wergirt.