80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li bersûcê 50 xwendekaran birî 2019-09-17 16:18:29 MÊRDÎN - Li bersûc M.Ş.Y. yê li Dêrikê tacîz û tecawîzê 50 xwendekaran kir, 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birî.    Danişîna doza darizandina erkdarê paqijiyê yê dibistanê M.Ş.Y. ê di meha Adarê ya sala 2017’an derket holê ku li navçeya Dêrîk a Mêrdînê tacîz û tecawîzê 50 xwendekarên temenê wan di navbera 6 û 12’an de kiriye, hat dîtin. Danişîn li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Aliyên bersûc û mexduran û parêzerên wan beşdarî danişînê bûn.    Bersûc M.Ş.Y. ji girtîgeha lê girtîbû anîn danişînê û di danişînê de amade bû. Piştî tespîtên nasnameyan danişînê dest pê kir.    Dest pê kê parêzerên mexdûran mafê axaftina girtin û parastin kirin. Parêzeran, diyar kirin ku zarokan ji ber zextan îfadeyên xwe paşve kişandin e û xwestin bersûc bêceza kirin.    Dûre parêzerên bersûc parastin kirin. Parêzeran, dan zanîn ku komplo li muwekîlê wan hatiye kirin. Parêzeran, di heman demê de xwestin ku kesên navên wan di qeydên deng de derbas dibin jî, bên şahidiyê bikin.    Dozger, daxwaza parêzerên bersûc red kir û mutalaaya  xwe ya berê dabû dubare kir. Şandeya dadgehê, biryara xwe aşkere kir û 80 sal û 10 meh cezayê girtîgehê li M.Ş.Y. birî.    Platforma Jinan a Şahmaran a Mêrdînê berî danişînê daxuyanî dabû û gotibû ku ewê li dijî tacîz û tecawîzên zarokan bê deng nemînin.