Tan: Qeyûm êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e 2019-09-17 16:08:57 AMED - Hevserokê PEN'a Kurd Samî Tan di Nobeta Demokrasiyê de diyar kir ku tayînkirina qeyûm di heman demê de êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e û got: “Êrîşa li dijî şaredaran êrîşa li ser çand, wêje û nasnameya kurdî ye. Ji bo vê yekê jî em vê êrîşê qebûl nakin. Bi vê baweriyê em tevlî vê têkoşînê dibin."    Rêxistina Partiya Demkoratîk a Gelan (HDP) ya Amedê, li Kolana Lîseyê di roja 30’emîn de Nobeta Demokrasiyê ya li dijî tayînkirina qeyûman berdewam kir. Polîsan îro jî girseya beşdarî nobetê bûn dorpêç kir. Parlementerên HDP’ê û gelek welatî beşdarî nobetê bûn. Welatiyan bi dirûşm, çepik û stranan bertekên xwe nîşandan. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê qeyûm tayînî şûna wî kirine jî tev li çalakiyê bû. Welatiyan bi dirûşmeyan ew pêşwazî kir. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Rewşenbîr û Nivîskarên Kurd, Dayikên Aşitiyê yên ji Cizîrê jî tev li nobetê bûn û piştgirî dan çalakgeran. Dîsa Îttîfaka Partiyên Kurdistanî jî beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyan dirûşma “Pasûr ya me ye rûmeta me ye” berz kirin. Nivîskar û rewşenbîr ji Lîseya Ziya Gokalp a li navçeya Yenîşehîrê heta cihê çalakiyê bi pankarta "Dest nede vîna min" meşiyan û dirûşmên "Em ê bi berxwedanê serbikevin" û "Amed ya me ye" berz kirin.   ‘EM Ê NEHÊLIN SERBIKEVIN’   Ewil Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan dest nîşan kir hişmendiya qeyûm ket nava hewildanên qirêj û wiha axivî: “Dixwaze li ser malbatên li pêş avahiya HDP’ê siyaseteke qirêj bidin meşandin. Em wê îstîsmarkirina dayikan şermezar dikin û em ê nehêlin si serbikeve.”   ‘EM VÊ ÊRÎŞÊ LI SER XWE QEBÛL DIKIN’   Pişt re li ser navê rewşenbîr û nivîskarên Kurd Hevserokê PEN'a Kurd Samî Tan diyar kir ku êrîşa li dijî şaredaran di heman demê de êrîşa li dijî çand û zimanê kurd e got: “Êrîşa li ser şaredaran êrîşa li ser çand, wêje û nasnameya kurdî ye. Ji bo vê yekê jî em vê êrîşê li dijî xwe dibînin û qebûl nakin. Bi vê bîr û baweriyê em tevlî vê têkoşînê dibin û girîng dibînin.”   ‘EWIL TABELAYÊN KURDÎ DAXISTIN'   Tan, xebatên qeyûman ên berê jî bibîr xist û wiha axivî: “Êrîş ewil li dijî ziman hatin kirin. Tabelayên Kurdî daxistin. Nivîsên kurdî, perwerdehiya kurdî qedexe kirin. Hundirê saziyan vala kirin. Ev nîşan dide ku ev êrîş li dijî çand, ziman û nasnameya kurdî ye. Lê em wekî gelê kurd tu caran van êrîşan qebûl nakin. Em ê bi nasname, çand û zimanê xwe bijîn. Êm ê çand û berhemên xwedî derkevin. Di her qada jiyanê de em ê zimanê xwe serdest bikin.”   ‘ÎRO ROJA BERXWEDANÊ YE’   Li ser navê Îttîfaka Partiyên Kurd Sînan Çîftyurek jî wiha got: "îro roja berxwedanê ye. Destdanîna ser vîna gelê me mesela partiyekê, mesela HDP’ê nîne. Vîna gelê me binpê kirin. Divê bi çavê gel em lê binêrin. Em bang li hemû Partiyên Kurdistanê, rêxistin, bawermend, oldar û siyasetmedaran dikin û dibêjin werin roj roja em li dijî qeyûm xwedî li vîna xwe derkevin.”   ‘EM LI VIR IN Û LI BERXWE DIDIN’   Herî dawî Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan û Parlementera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît jî axivî ev tişt anî ziman: "Tevî hemû zext û zordariyên we em dîsa li virin û berxwe didin. Em ji vir dîsa ji we re dibêjin ev faşîzma ku hûn dimeşînin wê têk biçe, em ê têk bibin.” Koçyîgît diyar kir ku bi polêsan dikarin bikevin şaredariyên me, bi tank û topan hûn dikarin dorpêç bikin û wiha got: “Lê hûn nikarin destdanin ser vîna vî gelî û nikarin têkoşîna wan biqedînin.”   KA DAYIK PÎROZ BÛN?   Koçyîgît bal kişand ser malbatên li pêş avahiya HDP’ê ya Amedê rûniştî û wiha berdewam kir: “Binêrin hişmendiyeke çawa ya demokrasiyê ya hey. Îro dayikên me yên aşitiyê xwestin ku li pêş avahiya AKP’ê birûnin. Weke wan dayikên li pêş avahiya me rûniştî. Lê çi bû 5 dayikên bi derb hatin binçavkirin. Ka dayik pîroz bûn? Ka êşa dayikan ji bo we dert bû?” Ka li ku ma demokrasiya we?”    ‘WÊ DI RIYA DEMOKRASIYÊ DE BI ISRAR BIN’   Koçyîgît herî dawî diyar kir ku hikumeta AKP-MHP’ê ji bilî çek û çiya hemû rê li wan girtiye, lê ew ê di têkoşina demokrasiyê de israr bikin.   Nobet bi rûniştina 10 deqîqeyan bi dawî bû.