10 meh cezayê girtîgehê dan Hevşareda Sûrê 2019-09-17 15:42:50   AMED - 10 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredara Navçeya Sûr Fîlîz Bûlûttekîn birîn.    Hevşaredara Navçeya  Sûrê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn Konferansa Jinan a Herêmê ya di 7’ê Cileya 2018’an hat lidarxistin de axaftinek bi kurdî kiribû. Bi îdîaya Bûlûttekîn di vê axaftina xwe de “Propagandeya rêxistinê kir” doz lê hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê îro li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Bûlûttekîn beşdarî danişînê nebû. Parêzerê Bûlûttekîn Sertaç Bûlûttekîn di danişînê de amade bû.    DAXWAZÊN PARÊZER RED KIR    Prz. Bûlûttekîn, daxwaznameya sedema ne tevlîbûna Bûlûttekîn da dadgehê. Lê şandeya dadgehê bi hinceta parastina bersûc hatiye girtin û asta gehiştina dosyayê daxwaza parêzer red kir.    DOZER MUTAALA DA    Dozger, mutalaaya xwe ya berê dabû dubare kir û xwest Bûlûttekîn bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” bê cezakirin.    10 MEH CEZAYÊ GIRTÎGEHÊ BIRÎN   Şandeya dadgehê, bi sûcdariya “Propaganeya rêxistinê kirin” a li gorî madeya TMK 7/2 10 meh cezayê girtîgehê li Bûlûttekîn birî. Şandeyê dûre , cezayê girtîgehê yê Bûlûtekîn 5 sal talop kir.    Prz. Sertaç Bûlûttekîn, diyar kir ku ewê piştî biryara hincetê, biryara dadgehê îtîraz bikin.