Polîsan Şaredariya Pasûrê dorpêç kir 2019-09-17 14:22:43   AMED - Piştî ku hevşaredarên Pasûrê ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin, bînaya şaredariyê ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin. Polis piştî ku nasnameya xebatkarên şaredariyê qontrol dikin, ew digirin şaredariyê.    Hevşaredarên Pasûrê Mehmet Fatîh Taş û Fatma Ay ku ji be teqîna ku beriya çend rojan li gundê Birêk ê navçeyê pêk hat, hatibûn girtin ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji peywirê hatin girtin û qeyûm tayînî şûna wan hat kirin. Piştî tayînkirina qeyûm bînaya xizmetê ya şaredariyê bi polis û maşîneyên zirxî hat dorpêçkirin. Qeymeqamê navçeyê Mûstafa Gozlet ku weke qeyûm hat tayînkirin, derbasî şaredariyê bû. Polis piştî ku nasnameya xebatkarên şaredariyê qontrol dikin û ew di lêgerînê re derbas dikin, digirin şaredariyê.