Hevşaredara Qereyaziyê Melîke Goksû girtin 2019-09-17 14:06:50 ERZIROM -  2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê biryara girtina Hevşaredara HDP'î ya Qereyaziyê Melîke Goksû da û şand girtîgehê.  Polîsan Hevşaredara HDP'î ya navçeya Qereyaziyê ya Erziromê Melîke Goksû dema ku ji navçeyê diçû Aydinê, li tesîseke derveyî bajar binçav kirin. Piştî Goksu derxistin dadgehê, dadgehê biryara girtinê da û şandin girtîgehê. Bi Goksû re 2 jê endamên meclisa şaredariyê bi giştî 6 kesên din jî hatibûn binçavkirin. Ji bilî Goksû her 6 kesên din hatin berdan. Goksû jî ji ber ku cezayê wê yê 7 sal û 6 mehan hatibû erêkirin, girtin. Piştî ku cezayê wê li rûyê wê xwendin, şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.    DERBARÊ DOZÊ DE   Goksû bi hinceta "endamtiya rêxistinê" di 10'ê Tîrmeha 2017'an de hatibû girtin û piştî ku 5 mehan di girtîgehê de mabû hatibû berdan. Li 2'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erziromê, di 22'ê Kanûna 2017'an de ji doza ku jê dihat darizandin 7 sal û 6 cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Piştî vê yekê doz derbasî Dadgeha Bilind bûbû. Piştî erêkirina Dadgeha Bilind derbarê Goksû de biryara girtinê hatibû derxistin. Goksû di Hilbijartina 31'ê Adarê de ji sedî 61,83'ê dengên navçeyê girtibû û weke hevşaredar hatibû hilbijartin.