HDP di 3'ê mijdarê de li Stenbolê diçe kongreyê 2019-09-17 12:48:01 STENBOL - Endama DRN'ê ya HDP'ê Hatîce Çinar têkildarî kongreya Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê aixivî û diyar kir ku armanca wan a rêxistinî ne tenê rêveberiyên nû ne û wiha got: "Armanca me derxistina holê ya rêxistinbûn, rêveberî û kadrobûnê ye."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, dê di 3'ê mijdarê de li Navenda Pêşandanê ya Yahya Kemal Beyatli 3'emîn kongreya xwe ya asayî li dar bixe. Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê têkildarî kongreya ku li dar bixe li avahiya xwe civîneke çapameniyê li dar xist. Endama Desteya Rêveberiya Navendî (DRN) ya HDP'ê Hatîce Çinar û ji Meclisa Partiya (MP) jî çend kes tevlî civînê bûn. Li eywana civînê pankarta "Em xwe bi hêvî û wêrekî birêxistin bikin, faşîzm têk bibin" hat daleqandin. Di civînê de endama DRN'ê Hatîce Çinar axivî û diyar kir ku ji roja ku hatiye avakirin heta niha HDP bûye hêviya bindest, kedkar, jin, ciwanan û dê vê têkoşîna xwe bidomîne.     Çinar destnîşan kir ku li gel hemû tûndî û hewldanên tesfiyekirinê jî HDP li ser piya ye û hêviyê mezin dike û wiha got: "Em hêviya birêxistinbûnê mezin dikin. Di vê çarçoveyê de armanca me ya rêxistinî ne tenê rêveberiyên nû ne û di heman demê de armanca me derxistina holê ya rêxistinbûn, rêveberî û kadrobûnê ye. Ji bo vê yekê em ê kongreya xwe ya 3'ê Mijdarê dê bi şîara "Em xwe bi hêvî û wêrekî birêxistin bikin, faşîzm têk bibin" li dar bixin. Me Koordînasyona Kongreyê ya Bajar ava kiriye. Hemû yekîneyên meyên bajar, her sê herêman, nûnerên meclisên jinan, nûnerên meclisa ciwanan, meclisên HDK'ê û nûnerên saziyan yek bi yek xebatên xwe didomînin."