Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir 2019-09-17 11:41:21   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi mûwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî Mazlûm Dînç, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2'ê Gulanê, 22'ê Gulanê, 12'ê Hezîranê, 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxê de bi muwekîlê re hevdîtin pêk anîbûn.    Li aliyê din serlêdana Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û brayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar, brayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn û keça xwe Eylem Çetîn ku roja înê bi navbeykariya parêzeren xwe kiribûn, bi hinceta sînordarkirinên têkildarî hikumliyan de hatibû redkirin.