Mehmet Ocalan: Navê cezayê 3 mehan tecrîde 2019-09-17 11:20:52   RIHA - Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan 3 meh cezayê dîsîplînê yê li birayê wî hat birîn nirxand û got: “Navê cezayê 3 mehan tecrîde.”    Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin Mehmet Ocalan cezayê disîplînê yê 3 mehan ê li birayê wî û sekretarya wî hat birîn nirxand. Mehmet Ocalan, bi bîr xist ku hinceta cezayê disîplînê bi tu awayî ji wan re nehatiye ragihandin û wiha axivî: “Navê vî cezayî 3 mehan ne disîplîne, tecrîde. Min bi birayê xwe re herî dawî di 12’yê Tebaxê de bi boneya Cejna Qûrbanê hevdîtin kir. Ji sala 2015’an û vir ve, me tenê kariye em 4 caran mafên xwe yên demokratîk û qanûnî bi kar bînin.”   ‘NE DÎSÎPLÎN E, TECRÎD E’   Ocalan, da zanîn ku bi tu awayî hinceta cezayê dîsîplînê ji wan re nehatiye ragihandin û wiha got: “Tecrîd hîna dewam dike. Di çend salên dawî de  me tenê 4 caran hevdîtin kir. Ez ji edalet û hiqûqa dewletê pirs dikim, ji sala 2015’an ve ma tenê 2 hefteyan mafê me yê hevdîtinê heye? Madem cezayê dîsîplînê hatiye dayîn, wê demê hinceta wê çiye? Em hinceta vê yekê nizanin. Gelo heq û hiqûqa me ya 5 salan bi ku de çû? Qaşo divê dewlet heq û hiqûqa me biparêze û bi cih bîne. Parêzeran karin hevdîtin bikin. Me jî bi giştî 4 caran hevdîtin kir. Ev jî mafê me yê qanûnî û demokratîke. Bi awayekê taybet mafekê ku dewletê dabe me tuneye. Heke ku em welatiyên vî welatîne, wê demê divê mafê me yê qanûnî û demokratîk ên 5 salan bidin me. Navê vî cezayê dîsîplînê yê 3 mehan, tecrîde.”