Danişîna rojnameger Polat hat taloqkirin 2019-09-17 11:07:23   STENBOL – Danişîna rojnameger Fatîh Polat ê bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” tê darizandin hat taloqkirin.    Danişîna doza Gerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat ê bi îdiaya di nivîsek xwe de “heqaret li serokkomar kiriye” tê darzandin hat dîtin. Danişîn li Dadgeha Bakirkoyê hat dîtin. Parêzerên Polat û hevpîşeyên wî di danişînê de amade bûn. Parêzer Devrîm Avci ji bo parastinê dem xwest.    Fatîh Polat jî got ew parastina xwe ya berê dubare dike û dê di danişînek din de biberfirehî parastinê bike.   Li ser vê yekê heyeta dadgehê danişînê taloqî dîrokek pêş kir.