Bi çavên hêsir li veguheztina gora dayika xwe temaşe kir 2019-09-17 11:06:35   ÊLIH – Li Heskîfê ya dê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne veguheztina goran didome. Nezahat Yilmaz da zanîn ku her cara kepçe devê xwe diavêje goran dilê wê dişewite û got: “Destûr nedan ku miriyên me jî aramî rakevin.”    Navçeya dîrokî Heskîf a girêdayî Êlihê tê xwestin di bin ava Bendava Ilisûyê de bimîne. Li Heskîfê veguheztina gorên dikevin bin avê didome. Tê gotin dê di 8’ê cotmehê de têketin û derketina Heskîfê bê qedexekirin. Ji ber vê yekê lez dane xebatên veguheztina goran. Gorên li Serê Pirê ya li Heskîfê ji ber di bin avê de nemînin hemû tên veguheztin. Hat diyarkirin ku heta niha 500 gor hatine veguheztin û hat zanîn ku malbatên serlêdan nekirine û gorên bêkes dê neyên veguheztin.    Hestiyên ji goran tên derxistin di nava awirên xemgîn ên malbatan ve dixin darbestan û dibin goristana nû.    'NEHIŞTIN MIRIYÊN ME ARAM RAKEVIN’    Nezahat Yilmaz a veguheztina goran dişopand wiha got: “Destûr nedan ku miriyên me jî aramî rakevin. Dixwazin me bi darê zorê derxin.    Yilmaz da zanîn ku dayika wê Şerîfe Dezen du sal berê û xaltîka wê Fatma Topan jî 10 sal berê jiyana xwe ji dest dane û got: “Dayik û xaltîka min xwişkên hev bûn. 50 sal bi hev re li ser vê axê jiyan kirin. Niha her duyan jî ji hev veqetandin. Me nexwest gorên wan di bin avê de bimîne. Ew li vir bi Îmam Abdullah re di nava aramiyê de radiketin. Hem dayik û xaltîka min û hem jî Îmam Abdullah li vir di nava aramiyê de radiketin.”    'AGIR BI KEZEBA MIN DIKEVE LÊ…’    Yilmaz destnîşan kir ku niha gora Îmam Abdullah cuda ye û gora dayika wê cuda ye û wiha got: “Her cara kepçeyê devê xwe diavêt goran kezeba min dişewite. Li Heskîfê aramî nehiştin. Em naxwazin biçin cihê nû û me bi darê zorê dibin. Tiştek em bikin nîne. Bi darê zorê me ji warê me dikin. Tevî hemû pêkûtî û zordestiyan jî ez dixwazim li ser vê axê bijîm.”    MA / Metîn Yoksu