Li gel raporan jî girtiyên nexweş avêtine hucreyan 2019-09-17 10:32:56 AMED – Li Girtîgeha Xarpêtê li gel rapora bijîşkan ku dibêje girtî Beyar Ugurlu û Celîl Keskîn divê nexin hucreyên yek kesî jî lê di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.  Parêzer Şivan Cemîl Ozen ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê miwekîlên xwe ziyaret binpêkirinên mafan ên miwekîlê wî jê re ragihandine vegot.    Parêzer Ozen da zanîn ku li gel rapora girtî Beyar Ugurlu, Celîl Keskîn û Mehmet Dursun a divê di hucreyên yek kesî de neyên ragirtin jî lê wan xistine hucreyan. Ozen anî ziman ku Girtîgeha Xarpêtê dest ji pêkanînên dij mirovane bernedaye û binpêkirinên mafan diqewimin pêwîste veguhezin darazê.    'GIRTIYÊN NEXWEŞ DI HUCREYÊN YEK KESÎ DE NE’    Ozen diyar kir ku rêveberiya girtîgehê ne bi nivîskî bi devkî bersiv daye daxwaznameya girtiyan û binpêkirinên mafan ên miwekîlê wî jê re ragihandiye û wiha vegot: “Ji 4’ê tebaxê ve gardiyan dikevin qawîşan û bi copan li gardiyanan dane. Girtiyan yek bi yek raporên lêdanê wergirtine. Rojnameya Yenî Yaşamê nadin girtiyan. Daxwaznameya girtiyan a ku di hevdîtina vekirî de malbat dikaribin bi rehetî zarokên xwe hembêz bikin nehatiye qebûlkirin. Werzîj û sohbet tenê di navbera sê qawîşan de pêk tê. Îtîraza li hember vê hatiye kirin jî ji aliyê hefsê ve hatiye betalkirin. Gardiyan di demên hevdîtinan de heqaretê li girtiyan dikin û tevgerên tevdanê dikin. 40 kesên li qawîşên di 3 kesî de avêtine hucreyan jî. Biryara hucreyê li ser îtîxbaratê pêk hatiye. Beyar Ugurlu û Celîl Keskîn ên nikarin bi tena serê xwe bijîn jî avêtine hucreyên yek yesî. Tevî ku raporên wan ên divê nexin hucreyan jî lê wan xistine hucreyê. Mehmet Dursun ê fitiqa piştê pê re û nikare pêdiviyên xwe bibîne li qawîşa B2 bi girtiyek nexeş û girtiyek extiyar re dimîne. Gardiyan bi ser odeyan ve digirin û hemû pêkanînan dikin. Hemû mafên girtiyan desteser dikin. Tevî giliyê van pêkanînan ji dozgeriyê hatiye kirin jî lê dozger derbarê vê yekê de agahî nade.”   Ozen da zanîn ku ji bo ev binpêkirin bi dawî bibe ew ê hemû rêyên hiqûqê bixin dewrê û dê hemû binpêkirinan veguhezînin darazê.