Helbestvan Mustafa Gazî çû ser dilovaniya xwe 2017-11-28 16:58:34 AMED – Helbestvan Mustafa Gazî ku bi navê Seyda dihat nasîn li Amedê ji ber nexweşiya dil çû ser dilovaniya xwe. Helbestvan Gazî bi sedan helbest nivîsand û gelek pirtûkên wî yên helbest û li ser lêkolîna ziman hene.  Helbestvan ango nivîskar Mustafa Gazî yê di nav civakê de bi navê Seyda dihat nasîn, di sala 1958'an de li navçeya Siwêregê ya Rihayê ji dayik bûye, ji ber nexweşîna dilê vê sibê li Amedê jiyana xwe ji dest da. Ev demek dirêj bû Gazî li nexweşxaneyên cuda dihat dermankirin û îro serê sibê li Nexweşxaneya Selahattîn Eyubî ya Amedê çû ser dilovaniya xwe.  Cenazeyê Gazî li Goristana Yenîkoya ya Amedê ji aliyê hezkirî, malbat û dostên wî ve hat definkirin.    JI SIYASETÊ BIGIRE HETA HUNERÊ XEBAT MEŞAND   Gazî dema zarok bû li Amedê bi cih bû û li wir mezin bû. Li Amedê ji karê siyasetê heta karê hunerê, gelek xebat da meşandin. Her wiha zêdetirî 10 pirtûkên bi zimanê kurdî û devoka Amedê nivîsand. Di nav pirtûkên Gazî de yên helbest, lêkolîna zimanê kurdî jî hene û ji bo muzîka kurdî herî kêm 200 berhem çêkir.    JI DEHAN HUNERMENDAN RE BÛ ÇAVKANÎ   Koma Azad, Koma Dengê Azadî, Koma Dîjle, Şiyar, Siyabend û Zinar Sozdar gelek stranên Mustafa Gazî gotin û klipên wan kişandin. Strana Mustafa Gazî ya ku herî zêde dihat naskirin jî “Xerîbim ez xerîbim” ku ji aliyê Koma Azad ve klîba wê hat çêkirin bû. Hunermend Farqîn ango Koma Azad ev stran di destpêka salên 2000'î de got û di nav civakê de gelekî hat hezkirin.