Polîs li Mêrdînê dixwazin ku malbat biçin ber HDP’ê 2019-09-17 09:32:14 MÊRDÎN – Li Nisêbînê û Artukluyê polîsan ji malbatên zarokên wan tevlî PKK’ê bûne xwestin biçin ber HDP’a Amedê. Malbatan ji polîsan re got: “Kesî zarokên me bi zorê nebiriye.” Li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê çalakiya malbatan a bi îdiaya “HDP’ê zarokên wan şandiye çiyê” berdewam dike. Li gelek bajaran polîs zext li malbatên zarokên wan tevlî PKK’ê bûne dike û ji malbatan dixwaze biçin ber HDP’ê çalakî li dar bixin. Li navçeya Nisêbînê û Artuklu yên Mêrdînê hin kesên xwe polîs dan nasîn ji malbatan xwestin biçin ber HDP’a Amedê.    Di rojên derbasbûyî de 2 polîsên jin diçin malbatek li Nisêbînê û bêyî tu biryar di destê wan de hebe li malê lêgerîn pêk tînin. Li gorî malbatê ragihand polîsan ji wan re gotiye: “Heke hûn dixwazin keça we paş ve were biçin ber HDP’ê. Hûn jî tevlî malbatan bibin.” Lê malbatê bersiva polîsan da û got: “Keça me li ser daxwaza we çûye. Kesî keça me bi darê zorê nebiriye çiyê.” Li ser bersivdayîna malbatê polîs neçar man ji malê biçin.    'EM Ê WE BI TAKSIYÊ BIBIN’   Malbatek li navçeya Artukluyê da zanîn ku polîs bi telefonê li wan geriyane û ji wan xwestin biçin ber HDP’ê û zarokên xwe ji wan bixwazin. Malbatê ragihand ku polîsan ji wan re gotiye “Heke hûn biçin em ê we bi taksiyê bibin heta wir. Wê li wir her pêdiviyê we ji aliyê dewleta me ve bê pêşwazîkirin. Wê ewlehiya we jî bigirin. Meraq nekin.”    Malbatê ji polîs re wiha dibêje: “Kesî zarokê me bi zorê nebiriye. Ew li ser daxwaza xwe çûye. Niha dijî an najî nizanim.”